Barzanî wê civîneke rojnamevanî de serdana Amedê eşkere bike
Felah Mistefa Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derveyê Hikumeta Herêma Kurdistanê da zanîn ku ew daxwaz ji Hikumeta Tirkiye dikin ku rê bide ku Nivîsîngeha Hikumeta Herêma Kurdistanê li wî welatî bê vekirin.
Mistefa da zanîn ku ew peywendiyên derekiyên Hikumeta Herêma Kurdistanê li gel welatên biyanî rêkdixin û li daxuyaniyeke de eşkere kir nivîsîngeha Hikumeta Herêma Kurdistanê li 14 welatên cîhanê heye.
Her wiha got: “Berê bi awayeke fermî me daxwaza vekirina nivîsîngehê ji Tirkiye nekiriye, lê belê li demên pêş de wê daxwazê dixîn berdestê berpirsên wî welatî.”
Mistefa di derbarê serdana Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ya Tirkiyê de balkişand li ser peywendiyên di navbera Hikumeta Herêma Kurdistanê û Tirkiyê û got: “Wekî dû welatên cîranên hevdû niha ew serdan gelek asayîne û çendîn car dûbarebûne û dibin. Serdan Serokê Herêma Kurdistanê ya Amedê berî serdanê wê civîneke rojnamevanî de bê eşkere kirin.”