Endamekî rêveberiya PDKê bersiva endamekî rêveberiya YNKê da û ragehand, berpirsên partiya Şalaw dahata Silêmaniyê didizin, lê ew êrîşî PDKê dike.
Di çarçoveya helmeta ku YNK ji bo veşartina dizîna dahata Silêmaniyê daye destpê kirin de, endamê rêveberiya YNKê Şalaw Elî Eskerî hewl da xelkê Kurdistanê berevajî bike û siyaseta talan kirina dahata Silêmaniyê ya ji aliyê partiya xwe ve wek siyaseta birsîkirina Silêmaniyê ya ji aliyê PDKê ve pênase kir.
Li hember vê yekê endamê rêveberiya PDKê Serbest Bapîrî ji BasNewsê re ragehand: ‘’YNK desthilata îdarî û leşkerî ya bazineya kesk di dest de ye. Dahata navxwe û xalên sînorî û banka di bin destê YNKê de ye. YNKê dest xistiye qirka xelkê bajarê Silêmaniyê, parê fermanberan û xelkê hejar didize. Nabe tu xwe ji wan tewanên mezin ên derbarê xelkê de bixapînî û behs bikî û xwedê girawî PDK siyaseta birsî kirinê birêve dibe. Hûn bixwe dibêjin ne PDK û ne jî hikûmetê ti desthilatiya wê li bazineya Kesk tine.’’
Bapîrî got, hemû xelk dizane, mafya û diz bajarê Silêmaniyê birêve dibin û dahata bajar dixwin. Ji ber ya baş ew e behs berpirsên diz û gendel ên partiya xwe bikî ku bi mafyayî pareyê dahat navxwe û xalên sînorî û bankayan talan dikin. Malnişîn di rêzbendiya wergirtina mûçe de canê xwe ji dest didin. Lê diyare çavê te dizên Silêmaniyê nabîne, yan jî hûn dixwazin xelkê gêj bikin. Ti kesek tine nezane ku partiya te desthilata Silêmaniyê birêve dibe û dahata wî bajarê zulm lê hatî kirin ji aliyê partiya te we tê dizîn.
Serbest Bapîrî got: ‘’Eger Şalaw Elî Eskerî wêrek e, dê berpirsên diz û gendel ên YNKê ji ber siyaseta birsîkirina xelkê bajarê Silêmaniyê pênase bike. Lê diyare Şalaw Elî Eskerî bixwe jî berjewendiya wî li gel dizîna dahata bajarê Silêmaniyê û birsîkirina xelkê bajar de heye. Ji ber wê newêre behsa wan kesane bike ku bi kiryar dahata bajarê Silêmaniyê û xalên sînorî dibin û didizin û mûçeyê malnişînan û fermanberên bajarê Silêmaniyê nadin.’’