PolîtîkRojev

Encama êrîşên Tirkiyê de 8 kes birîndar bûn

Li gora daxûyaniya Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, derengê şeva borî droneyeke Tirkiyê mala welatiyekî sivîl li bajarokê Ebû Rasîn kir armanc û di encamê de 3 kes birîndar bûn.

Di heman dema êrîşa bi droneyê de, komên çekdarên ser bi Tirkiyê ve gundê Esediyê li heman navçeyê topbaran kirin û di encamê de 5 kes ji malbatekê birîndar bûn ku di nava wan de zarok hebûn.

Li gor zanyariyan, ji encama topbarana li ser gundê Esediyê de, gundiyan malên xwe bi cih hîştin.

Herêma Zerkan û gundên wê û herêma Til Temrê yên li parêzgeha Hesekê piştî ku di meha Cotmeha 2019an de ji aliyê artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve hatine dagîrkirin, hema hema her roj rastî êrîş û topbarana artêşa Tirkiyê û çekdaran wê tên.

Back to top button