Cîhan

Trump:Em ji bo Rojhilata Navîn pêşerojeke bi rûmet ava dikin

Serokê Amerîka Donald Trump di Kongreyê de axavtinek kir û got: “Amerîka vegeriya.

Trump dibêje? “Niha dema xewnên mezin e û bi wêrekî tevbigerin.” Wî diyar kir ku ew bi mebesta rawestandina karê çend saziyên welatê xwe, ji bilî vekişîna ji peymana avhewayê ya Parîsê û Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê.

“Dema koçberan tehdîdên min bihîstin, êdî nehatin. Meha borî herî kêm hejmara koçberan hatin Amerîka, di dîrokê de ev ya herî kêm bû.”

Donald Trump êrişî serokê berê yê Amerîkayê Joe Biden kir û got ku ew di dîroka Amerîkayê de xirabtirîn serok e. “Tiştekî ku ez bikaribim wan dilşad bikim û bikenim tune ye… Heger ez çareyek ji nexweşiyek wêranker re jî bibînim, ew [Demokrat] dîsa jî piştgirî nadin min,”

Donald Trump li ser butçeya DYA û eyaletan, wek ku di dema kampanyaya hilbijartinê de soz dabû, got, “Em ê butçeyê ji nû ve hevseng bikin. Ev tê wê wateyê ku ew tesîsên “nepêwist” digirin û di encamê de ji bo cihên jêhatî fonan peyda dikin.

Trump dibêje ku wî bi beşdariya Soft Bank, Open AI, Apple û pargîdaniyek Taywanî “tenê di çend hefteyên borî de” 1.7 trîlyon dolar veberhênan li Dewletên Yekbûyî kir.

Trump ji Kongreyê re got: “Em ê sînorên xwe berfireh bikin û ala Amerîkayê li Marsê bilind bikin.”

Li ser şerê Rûsya û Ukrayna, wî got ku wî nameyek ji Vladimir Zilinsky wergirtiye ku tê de amadebûna xwe ji bo bidawîkirina şer radigihîne.

Donald Trump careke din tekezî li ser bidestxistina Gronlandê kir û bang li gelê Gronlandê kir ku [di pêvajoyeke wek referandumê de] dengê xwe bidin Amerîkayê û got: “Ji bo ewlekariya navxweyî û navneteweyî pêwîstiya me bi wê heye.

Li ser Rojhilata Navîn û Xezeyê jî Trump amaje bi peymana Îbrahîm kir û wiha got: “Li ser vê bingehê em ê zêdetir aştî û siberojeke birûmet a Rojhilata Navîn ava bikin.

Back to top button