Cîhan

Trump arikariya Ukrayna rawestand

Sibata 222ê dema Rusya êrîşê Ukranya kir û hinek deverê dagir kir, Amerikayê pişgiriyek mezin da Ukrayna û vê yekê rewşa Ukranya di şer de pêşve bir. Pişgiriya DYA ji bo Ukrayna gelekî girîng e. Niha Trump ji bo demekî be jî dixwaze arikariya Ukraynayê kêm bike yan jî bisekinîne.

Çavkaniyên di nava rêveberiya Trump de ji gelek saziyên çapemeniyê yên Amerîkî re piştrast kirin ku, Dewletên Yekbûyî hemî alîkariyên leşkerî yên ji bo Ukraynayê rawestandiye. Hat diyarkirin ku armanca wan ew e ku zextê li Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky bikin da ku beşdarî danûstandinên aştiyê bibe.

Çavkaniyekê ji The Washington Post re got ku, wê wext bigire da ku alîkariya me binirxîne û piştrast bibe ku ew ê beşdarî çareseriyê bibe.

Çavkaniyek Amerikî ji Reuters ê re gotiye ku,Sewqiyata leşkerî ya Amerîkî ji bo Ukraynayê roja Sêşemê zû hate rawestandin.

Hevdîtina Zelenskyy û Trump roja Înê li Ofîsa Oval li pêşberî rojnamevanan bi dawî bû. Rêberê Ukrayna ji bo îmzekirina peymana hevkariyê ya li ser metalên hêja hatibû Washingtonê. Li şûna wê, ew ji Qesra Spî hat avêtin.

Donald Trump demek dirêje li ser alîkariyê rexna dike, û naha şêwirmendê wî yê sereke li pişt stratejiyê radiweste. Li gorî rojnameya Washington Postê, ev biryar di civîneke ku roja Duşemê hat lidarxistin de hat dayîn. Tê gotin ku Wezîrê Karên Derve Marco Rubio, Wezîrê Parastinê Pete Hegseth û Dîrektorê Îstixbarata Neteweyî Tulsî Gabbard bi Nûnerê Taybet ê Qesra Spî Steve Witkoff re beşdarî civînê bûne.

. Tê gotin ku ger Zelenskiy vegere ser rê û beşdarî hevdîtinên aştiyê yên li ser şert û mercên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bibe, dibe ku arîkarîya Amerika dike ji nû ve bê destpêkirin.

Back to top button