Trump û Harris weşana zindî de rû bi rû axivîn
Namzedê Komarî yê Serokomariyê Donald Trump û Namzedê Demokrat Kamala Harris li DYA, yekem care di televîzyonê de hatin cem hev û gotubûjek kirin.
Weşana zindî ya ku ji aliyê bi milyonan kesî ve hat temaşekirin ji aliyê televîzyona ABC ve hat weşandin.
Herdu namzetan behsa hinek xalên girîng kirin.
Bi kurtahî li ser van xala hate sekinandin:
ABORî
Harris got : “Ez yekane kes im ku ez xeyalên Amerîkîyan pêk bînim. Ezê muafiyeta deribeyan bikim 6 hezar dolar û bi vî awayî ciwanên Amerîkî dê bikaribin xanî û otomobîlan bikirin.”
Trump got : “Min di dîroka welatê me de aboriya herî baş afirand. Di rûyê we de xelk hêdî nikarin pêwistîyên xwe yên rojane dabin bikin. We aboriya min pêkanî hilweşand.”
JI BERXWEKIRINÊ(KÛRTAJ)
Trump diyar kir ku ew ê kurtajê qedexe nekin û wiha got: “Ev mesele bi tevahî di destê herêman(Eyaletan) de ye. Xelk li ser vê yekê bila dengê xwe bidin. Vê pirsgirêka ku Dewletên Yekbûyî kirî du alî de min tiştekî ku cesaret jêre pêwîst bû kir.
Harris got, “Divê jin li ser bedena xwe biryara xwe bide” û wiha dewam kir:
Dema ku Kongre qanûnê derbas bike, ez ê wekî Seroka Dewletên Yekbûyî bi serbilindî îmze bikim. Ger Trump bibe serok wê qedexe bike. Divê Amerîkî biryara xwe bi xwe bidin.
ÎSRAÎL-FILISTÎN
Harris destnîşan kir ku mafê Îsraîlê heye ku xwe biparêze, lê çawa vê yekê dike girîng e.
“Divê şer bi dawî bibe. Gelek bêguneh mirin. Ez ê her tim ji bo xweparastinê piştgiriyê bidim Îsraîlê. Êdî Filistînî dê bi ewlehîyê de bijîn û ji bo ji nû ve avakirina Xezayê ezê her tiştî bikim.”
Trump got: Ez serok bûma ev şer qet çênedibûya.Harris ji Îsrail û Netenyahu nefret dike. Du cara Netanyahu hatiye Amerika, lê Harris ew nedît. Dema ez bibim serok di cih de vî şerî bisekinînim.
RÛSYA-ÛKRAÎNA
Trump got: “Ez dixwazim ku ev şer demildest bi dawî bibe” û wiha pê de çû, ” Herdu serok jî Zelenski û Pûtîn rêzê li Biden nagirin.Ez ji nêz wan nas dikim. Biden bi telefonê jî bi Pûtîn re jî neaxivî. Ez baş dizanim ku çawa bi Pûtîn re biaxivim. Ez yariya nakim, dibe ku şerê cîhanê yê 3yemîn çêbibe. “
Harris diyar kir ku wê bi Zelenskî re hevdîtin kir û wiha got: “Weke NATO me piştgirî da Ukraynayê. Ger Trump serok bûya dê Putin Kîevê bûya.