Serokomarê Îranê serdana Iraqê û Kurdistanê dike
Serokomarê Îranê Mesûd Pezeşkyan piştî ku hat hilbijartin, yekem serdana xwe ya fermî ya li derveyî welat bo Iraqê kir. Mesûd Pezeşkyan îro danê sibê gihîşt Bexdayê.
Mesûd Pezeşkiyan li firokexaneyê ji aliyê Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî û hejmarek ji berpirsan ve hat pêşwazîkirin.
Piştî hevdîtinên xwe yên li Bexdayê, biryar e Serokomarê Îranê serdana Herêma Kurdistanê jî bike û bi rayedarên hikûmetê re bicive.
Mesûd Pezeşkiyan beriya ku ber bi Iraqê ve biçe li Firokexaneya Mêhrabad a Tehranê ji rojnamevanan re got: “Ji bilî bajarên şîe û Besrayê, emê serdana bajarên Kurdistanê Hewlêr û Silêmaniyê jî bikin û bi alîkariya xwedê emê li wir pêşwazî li hezkiriyên xwe bikin.”
Serokomarê Îranê Mesûd Pezeşkyan got, “Ez difikirim ku ev serdan dê di warê aborî, çandî, siyasî û ewlehiyê de jîngeheke pir baş be. Hêvîdar im ku ji Iraqê dest pê bike, bi welatên îslamî re têkiliyên baş û dostane hebin da ku piraniya pirsgirêkên ku dikarin derkevin holê em derbas bikin.”