Civak

Galip Ensarîoglu di derbarê bûyerê de axivî

Kuştina keçeka 8 salî Narîn li gunekî Diyarbekirê, karasetek civakiye û bû sedemê nexweşîyek trajîk û mezin di nava malbetekî de. Lê mixabin aliyên siyasî dewsa ku li ser mercên terajediya civakê bisekinin û rastîya vê bûyerê binirxînin, hewldan vû bûyera dilêş ji xwe re bikin malzemeyek siyasî û rastî jî dest bi dezenfarmasyona hat kirin û hewldan vê bûyerê de jî rantek siyasî ya erzan destve bînin.

Derbarê lêpirsîna Narîn Gûran a 8 salî ya ku li Amedê cenazeyê wê di tûrikê de hat dîtin deç gotubêj  ber bi aliyek siyasî ve diçe. Hinek alî li ser daxûyaniya ku parlementerê AK Partiyê yê Diyarbekirê Galip Ensarîoglu, dayî wî rexnedikin.

Li ser vê yekê Ensarîoglu hinek daxûyaniyîdan û bersiva aliyên ku wî rexne dikin da.

Ensarioğlu ji Serbestiyetê ji Onur Erkan re axivî û got, “Di lêpirsînê de nepenî heye. Mijar pir hesas e. Her wiha gihiştiye qonaxa dawî. Carinan tişt hene ku em nizanin, carinan jî em dizanin lê divê em nebêjin. Wî îdiat kir ku gotinên “Ji ber ku malbat di heman demê de hevalên me ne” ji aliyê endamên Partiya DEM’ê ve “ji bo berjewendiya siyasî” hatine ji armanca wê dûr hatine bi karanîn.

Daxuyaniyên Ensarîoglu wiha ne:

 Gotinên min ji aliyê kesên ku dixwestin vê bûyera bi êş a ku keça me ya nazik lê hat qetilkirin, bikşînin nav nîqaşên siyasî. Lêpirsîn pir cidî tê kirin. Encamên ku di otopsiya keça me ya nazik de hatin bidestxistin dê bi temamkirina lêkolînên berfireh ên li Tiba Edlî re bên çareserkirin. Lêpirsîn dê bigihêje encamê, kesên ku ev cînayet kirine û yên ku şirîkê wan in dê bên eşkerekirin û wek heq dike bên cezakirin.

Di dema ku lêpirsîn baş berdewam dike, daxuyaniyên kesên ku di derbarê mijarê de ne agahdar in, dezînformasyonên ku tên belavkirin û bi taybetî jî şîroveyên kesên ku hewl didin bûyera bi êş a ku me keça xwe tê de winda kiriye bikişîne nav nîqaşên siyasî, qirêjiya agahîyê diafirîne.

Min bal kişand ser van şîroveyên şaş û nepenîtiya lêpirsînê. Ez ji roja ewil ve mijarê dişopînim, herêmê ji nêz ve nas dikim û wek min got hevalên min ên malbatê hene. Min bi tevahî tekezî li ser nepeniya lêpirsînê kir.

Gotinên min ên “Di malbatê de hevalên me hene” jî berevajî kirin û hinekan jî nivîsandibûn ku min gotiye “Divê kesên di malbatê de neyên binçavkirin.” Ji ber ku endamên malbatê yên girtî hene, nayê wê wateyê ku hemû malbat, yên negirtî jî tê de sûcdar in. Bi ser de jî, helbet nikare bê gotin ku her kesê girtî teqez sûcdar e. Lêpirsîn hê jî didome.

Kemik (kefî) a li serê Narînê ya ku dema ji Qursa Qur’anê derket li mala wê ya ku bi malbata xwe re dijiya hat dîtin. Ev agahî girîng in, ji ber ku dihat texmînkirin ku dibe ku Narîn beriya ku bigihêje malê hatibe revandin. Lê belê hebûna kemika li serê di malê de nîşan dide ku Narîn gihîştiye malê.

 Her wiha di wê rojê de ciwanên gund ji bo daweta ku dê du roj şûnde çêbibe, çûn gundên derdorê. Ev fikra ku Narîn dibe ku ji aliyê mamê xwe Salim Güran ve hatibe kuştin, ji ber ku tiştek dîtiye ku “diviyabû nebînê” tîne bîra mirov. Heta niha jî mamê wê van înkar dike.

Tu eleqeya wan bi HUDA PARê re nîne. Berê dema ku ez serokê parêzgehê yê Partiya Rêya Rast bûm, hevalekî me yê ji malbata Gûran di rêveberiya parêzgeha me de hebû. Kalikê Narînê yê rehmetî jî hevalê min bû.

Malbat bi giranî ji kevneşopiya Refahê ye. Endamek ji wê malbatê demekê rêveberê parêzgeha İYİ Partiyê kir. Biraziyek wan heye ku niha di  îdareya AK Partiyê ya Bağlarê de ye. Yên ji malbatê dibêjin ku ew neviyên Molla Guranî ne. Paşnavê Güran jî ji wir tê.

Endamên DEM’ê di rojên destpêkê yên windakirina keça me Narîn de çûn gund. Gundekî ku zêde deng û bandora wan tune ye. Hewl dan li dijî dewlet û AK Partiyê ji malbatê îfadeyan bigirin û di vî warî de malbat provoke kirin.

Dema ku ji malbatê bertekên siyasî yên bi vî rengî negirtin, dest bi daxuyaniyên malbatê kirin. Dest bi propagandayê kirin û gotin, “Ew alîgirên Hîzbullahê ne”.

Piştî daxûyaniua min di derbarê bûyerê de, gotinûn xwe berevacî kirin û dest dezenfarmasyona kirin û hewldidin rantek siyasî ji mirina vê keça me dest ve bînin.

Back to top button