Cîhan
Trump Tillerson ji kar dûrxist

Serokê Amerikayê Donald Trump wezîrê derve yê vî welatî Rex Tillerson ji karê wî dûr xist û di dewsa Tillerson de serokê CIA yê Mike Pompeo kir wezîrê derve yê Amerikayê.Trump di hesabê xwe Twitterê de ragihand ku ewî Rex Tillerson ji karê wî dûr xistiye û di dewsa Tillerson de serokê CIA yê Mike Pompeo kiriye wezîrê derve yê Amerikayê. Trump behsa Pompeo dike û dibêje : Ewê karekî gelek serkeftî bike.


