Cîhan

Trump pêşwaziya Şara kir

Piştî rakirina dorpêçên li ser Sûriyê, Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Sûriyê Ehmed Şera li Riyada paytexta Erebistana Siûdî civiyan. Serokkomarê Tirkiye Erdogan û Prensê welîehtê Erebistana Siûdî Muhammed bin Selman jî beşdarî lûtkeya dîrokî bûn ku piştî 25 salan serokên Amerîkî û Sûrî anî cem hev.
Serokê Amerîkayê Trump di çarçoveya gera xwe ya Rojhilata Navîn de yekem rawestgeha xwe ya li Erebistana Siûdî bû. Qesra Spî ragihand ku Serokê Amerîkayê Trump dê li Riyadê bi Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera re dicive. Piştî rakirina dorpêçên li ser Sûriyê, Serokkomarê Sûriyê Ehmed Şera û Trump li Riyada paytexta Erebistana Siûdî civiyan.


Civîna di navbera Trump û Şera de, di 25 salên dawî de yekem hevdîtina di navbera serokên Amerîka û Sûriyê de bû.


Prens bin Selman jî bi Serokê Amerîkayê Trump û Serokê Sûriyeyê Şera re çû hevdîtina wan. Serokkomar Erdogan piştî 25 salan bi rêya înternetê beşdarî lûtkeya dîrokî bû.


Donald Trump duh êvarê ragihand ku ew hemû cezayên li ser Sûriyê radike. Trump bi bîr xist ku hevdîtina xwe bi Serokomar Erdogan re kiriye û gotiye, “Me gava yekem ber bi normalîzekirina têkiliyên bi Sûriyeyê re avêtiye. Min ev biryar piştî axaftina bi Serokomar Erdogan re da.”


Trump got, “Serokê Tirkiyeyê Erdogan çend roj berê daxwazek bi heman rengî kir. Hevalên min ên rêzdar ên din ên li Rojhilata Navîn jî ev gotin; em ê dorpêçên li ser Sûriyeyê rakin.”

Trump hêvî kir ku hikûmeta nû ya welêt “bi parastina aştiyê dê bikaribe welêt aram bike”.

Back to top button