Polîtîk
TKD êrîşên Kerkûkê Şermezar dike

16/01/2013 Li Kerkûk û Bajarôkê Tuzxurmato teqînek terôrî li hember rêxistin û sazîyên PDK,ê Ji terefê dijminên gelê Kurd ve hatîye kirin.Di, vê hêrîşe terôrî û vahşîyana’ da, li göre agahîyan, di encamê de gelek hemwalatîyên Kurd jîyana xwe ji dest dana û gelek hemwalatîyên Kurd jî birîndar bûne.
Bi vê mebestê em hêrîşe terôrî û komkûjîye li hember Kurda li Kerkûk û Tuzxormato hatîye kirin bi tûndî lanet dikin.
Em,ji Serokê Devlete Federala Kurdistanê Brêz Mesud Barzanî û malbatên hemwalatîyên jiyana xwe ji dest dana ser saxiyê, ji birîndara re jî saxî û şifayê di xwazin.
Ahmet Acar
Nûnerê
TEVGERE KURDÊN DEMOKRAT
BAKURÊ/KURDİSTAN