Civak

Termên sê jinên kurd li Diyarbekir

Îro li Diyarbekirê ji bo weşartina termên 3 jinên kurd ku li Parisê hatîn kuştin rewresmek girsehî hate pêkanîn.

Danê  sibehî termên 3 jinan ji nexweşxana Baglar ji aliyê parlementerên BDPê û serokê bajarvaniya Diyarbekir ve hatin derxistin û ber bi qada rewresmê ve birin.

Piştî axavtin hatin kirin termên jinên kurd ji bo bajarên wan hatin rêkirin.

Li Diyarbekirê polisan tedbîrên gelek berfireh girtîbûn.

Lê her demî berpirsên BDP ji bo tu nexweşî çênebê û tevliheviyek neyê holê anons dikiran daxwaz ji xelkê dikiran ku kesek neyê provaksyonan.

Eve çend rojek bû tirsek hebû ku di dema rakirina terman de nexweşiyek derkevê yan jî pravakasyonêk çêbibe. Lê tiştek çênebû. Termên 3 jinên kurd bi aşitiyane gihan bajarên ku lê bêne weşertin.

Back to top button