Civak

Tişta ku DAIŞê nekir, PKKê li hemberî me dike

Welatiyên komelgeha Xanesorê ya ser bi Şingalê ve, behsa êş û nexweşiyên xwe di bin destê çeteyên PKKê de dikin û dibêjin, bi zorê keç û jinên me direvînin û heta niha 72 zarok ji me revandine, ku temenê wan di bin 15 salî de ye.Feysel Elî ku xelkê Xanesorê ye, ji malpera KDP.info re ragihand: “Çekdarên PKKê li Xanesorê zarokên 10 salî heta 15 salî direvînin. Herwiha ew çekdar xelkê nexweş û dîn jî direvînin û tevjî xwe dikin, ku ji wan re dibêjin emê we bibin şerê DAIŞê lê wan dibin Qendîlê. Malbatên wan kesan diçin cem PKKê û daxwaza zarokên xwe ji PKKê dikin, lê PKK guh nade wan. PKK birayekî min revand, lê me bi zorê ji wan stand. Ew zarokê 12 salî çi ji çekdariyê û siyaseta PKKê fêm dike?.”Feysel Elî wiha domand: “Xelkê Xanesorê gelek êş û nexweşî ji destê PKKê dîtine. Qet ew gotin nerast e, dema dibêjin Kurdên Êzdî ligel PKKê ne. Li deverekê mîna Xanesorê ku xelkê wê 35 hezar kes in, çekdarên PKKê 72 kes jê revandine, ku hemû bi zorê birine. Di dema DAIŞê de mala me wisa nehat wêrankirin, lê di dema PKKê de mala me xerab bû. Bi zorê çekên giran dibin ser malên welatiyan û kes newêre bêje ez qebul nakim.”Heriwha yek ji kesayetiyên Xanesorê bi navê Dexîl Îdo ji malpera KDP.info re ragihand: “Çekdarên PKKê bi edyolojiya û siyaseta xwe ya xerab mejiyê keç û jinên me dişo, ew jî bê ku malbatên wam razî bibin. Keçên Êzdî dibin û wan çekdar dikin, ku li ser sînoran pereyan ji xelkê distînin. Li hemberî xelkê navçeyê karên neyasayî dikin. Xelk ji wan pir dilgiran bûne. Ez bawer nakim ku çekdarên PKKê ji Şingalê derkevin, lê Xanesor ne cihê PKKê ye.”

Back to top button