Hinek diplomatên Tirk li Swisre doza licuyê dikinLi gora rojnama Swisrî Tages Anzeiger li di nava kesên ku xwestine li Swisre licuya xwe bidin balyozê berê yê Bernê bi xwe jî heye. Diplomatên Tirk hemû xwedî pasaportên diplomatikên û ji hukumeta Swisre ev daxwazî kirine.Hukumeta federala Swisre jî ev nûçe serast kiriye lê navên kesên ku licu xwestiye eşkere nekirîye.Ji berî niha jî li Almanya hinek diplomatên tirk tevî otomobilên balyozxana tirkiye ji balyoz xaneyê çûn daira licuya Almanî û doza licuyê kirin. Ev yek bû sedemek mezin pêwendiyên Almanya û Tirkiye têkçûn.Ev diplomat hemû di çerçova doza cemaeta fethulan Gulen de ji xwe ditirsin û hinek ji wan jî wek endamê vê rêxistinê hatine tespît kirin.