Tişta em dizanin dijmin êrîşê ala kurdistanê dikin
Serokê Partiya Serbestî ya Kurdistanê Arif Bawecanî li hemberî bêrêziya PYDê bi ala Kurdistanê, ragihand ku şewitandina ala Kurdistanê ji kar û ferhengê şofînistan e. Arif Bawecanî Serokê Partiya Serbestî ya Kurdistanê ji malpera KDP.info re ragihand: “Mixabin aliyeke siyasî Kurdî êrişî ala Kurdistanê dike. Nabe ji kerbê ENKSê êrişî ala Kurdistanê bikin. Tişta em dizanin ku dijmin û şofînist û dagîrker êrişî ala Kurdistanê dikin û şewitandina wê ala pîroz ji gerhengê şofînistan e.” Bawecanî wiha got: “Ez bi tundî wê êrişê û wî karî şermezar dikim û hêvîdar im em zarokên xwe fêrî wê yekê nekin ku karên xerab li hemberî pîroziyên xwe bikin. Ez fêm nakim çima ewqasî dijatiya ala Kurdistanê dikin. Gerek em destxweşiyê li Serok Barzanî bikin ku ev ala pîroz gihandiye vê rojê.”