Nivîsar

Tirşika derewîn û ”derbeya” rastî!

Tirşika derewîn û ”derbeya” rastî!Tirşik û derbe, de ka çi têkildarîya wan bi hevdû ra heye! Belê, meriv zû bi zû şahidê van derbeyoka nabe, lê bawer bikin qandî tirşika derewîn tamdar nabin. Tamesarkî ne! Tirşika derewîn, navê wê li ser wê ye, tirşik e û ya derewîn e. Nexwe ya nerastî ye û ya bê goşt e.Lê di derbeya nerastî, plankirî û çêkirî da, nexwe ya derewîn da pir zelal û eşkera ye ku ”dûpişkê bi xwe bi xwe vedaye”! Dîn û har bûye! Li ”dijmina” digere…  Paranoid! Hem jî superparanoid!Bi kemanî, ji 40 sala virda ye ku bi hevdû ra nexşê dirêsin û dixebitin. Mebesta wan ya mezin jî ew bû ku destxilatdarî û rêvedarîya Tirkîyê  bikin bin destê xwe. Lewra ye ku li her sazî û sazgehîyê, xwe dem bi dem û hêdî hêdî bi cî kirin. Pêwistîya vegotinên zêde jî ne hewce ye. Vê gotin û hevokika hanê her tiştî zelal û eşkera dike; ”Ma we çi xwest me neda we!”. Belê ne ku wan çi xwest we da wan, lê we çi xwest we da xwe. Hûn di avekî da diherikîn û dişîpîyan. We ji xwe ra xewn û xeyalên şîpîna avgurmekî(şelale) dikir! Qaosako we xuluqand û ava kir, li pîyên we lefîya, bû asteng û kelem li ber we. Hûn bûn sedema dijmintîyekî bêhempa ku di nava gel da bêbawerî û bêîstikrarîya ku hebû, mezintir bû. Dev ji devjenîya berdin! Bi hiş û mêjîyê xelqê neleyizin!Di rastîya xwe da jî, hûn ji sedemoka derbeyê, xwe vedişêrin û xwe ”diparêzin”. Derbe, derbeya we bi xwe ye, we çi kir we bi destê xwe kir.Lê hûn çi jî bêjin ji vêya bawer bikin ta ku pirsgirêka Kurd hebe û safî nebe, hûn dê hê pir derbeya li dar bixin. Ew wê ji tu kesekî ra dilaşî û dilaramî tune be. Di xwezaya şer da, ev alozî û nearamî heye. Pirsgirêka Kurd pirsgirêka demoqrasîyê ye. Yek ji wan girêka li ser bi tevayî rojhilata navîn e. Kîlîtaçareserîyê yên mifteya asteng û girêka ye. Derîyên radayî wê veke…Hûn dibêjin qey gel nezan e. Belê heta demekî gelê Alman jî li pey Hîtler çû. Lê îroj lêborîna xwe dixwazin. Tu dîqtator bi ser neketîye û nakeve jî. Dem wê bê, hûn dê nikaribin di nava şargeha da jî xwe veşêrin.Her çiqasî hûn di nava çapemenîyê da, rûnkêş, kostek, tirsonek û tirşikpêja peyda bikin jî wê pere neke. Şalûzek jî nikarin we paqij derxin. Ji xwe çawa be navê xwefroşa li ser wan e. Ew, qandî rawula, fenî bûqalemûna jî rengîn nînin. Xwezî bi wana! Qewlî gotî va; ”Şahidê rûvî qemçika rûvî!” Dewran e, digere! Ew dê vê dewrana hanê jî biqede!Nûha jî dem dema kojandina qorîdora Kurd e. ”Lo bila yekîtîya Kurda çênebe lo çi dibe bila bibe!”  Bi sedsala ye vê polîtîqaya qirêj tê ajotin. Nûha jî li derdor û li çar alîyê Kurdistanê xweyn û kuştin e.Gelo ne kifşe ku ”şerê” ku di nava bajêra da li bakur pêk hatin, tilî û pêçîkên we di nav da hebûn? Serîya sê-çar sala ne ”we didît! lê we nedidît”! Ma gelo hûn dikarin bêjin ”na, haya me ji wana tune bû?” Dek û dolabên we bi tevî planên we, xwe nûha baştir nîşan dide… Di alîkî da wê bê gotin; de heyra em tu tiştekî naxwazin, û alî din da jî hûn dê bidin gotin; ”rêvedarên bajêra em in”! Na lo! Nexwe hûn kî dixapînin?Tirs û metirsa min yê mezin ew e ku, nûha jî li başûr û rojava, mixabin carekî din Kurda bifiroşin, bixapînin yan jî wan berî hevdû bidin…Çaralî bi Kurda dileyizin… Fenî dema Saddam; ”tu çi lehengî, helbet Quweyt para te ye!??” û serê Saddam xwarin…. Nûha jî ”bijî Kurd”, ”bijî pêşmerge”, ”bijî gerilla”…  Meriva pir bi erzanî jî difiroşin, dibê ku meriv nebe peyayê xelqê. Loma pêwistî bi haydarî û balçavîyê heye… Herkes û berwejendîya xwe.Di qorîdora Kurd da eşîrên Ereba û Kurd…??? Li Başîkayê Kurd û Tirk…??? Li Misulê(bi kêjan peymanî?) Kurd û Bexda…??? Li Silêmanîyê Kurd û Iran…??? Li tevayî welat Emerîqa yan Rusya…??? Û di xewn û xeyalên misaki-milli da jî gefa li Kurda dixwun.Lê sedcarî mixabin ger hêjî Ewrûpa û Emerîqa, ji Kurda lavayîyên yekbûn û yekgirtîbûnê bikin, hewar e… Ger hêjî rêxistinên ”Kurdperwer”, di vê keysa dîrokî da rol û perpirsîyarîyên xwe nikaribin bigirin ser milên xwe, hewar e… Ger hêjî ”Kurd” pêşeroja xwe nekin destê xwe, lê bidin nav lepên ”dosta”, hewar e…Loma; Lê gelo kîngê Kurd û Kurd??? Îlhamî [email protected]  

Back to top button