Civak

Serokê Giştî yê PAKê li Amedê Seredana Komeleya Şirnexîyan Kir

Serokê Giştî yê PAKê li Amedê Seredana Komeleya Şirnexîyan Kir   Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk li gel Cîhgirê Serokê Giştî  Nûrî Sınır, endamên Komîteya Bireveberîya  Navendî  Faîz Eşîn, Feyaz Ekmen, Abdurahman Ecer, Hîkmet Ata, Vahît Aba û endama Komîsyona Jinan Zînet Dînçer roja 27.10.2016an li Amedê seredana ŞIVİDERê (Komeleya Piştgirî û Alîkarîyê ya Şirnexê û Navçeyên wê) kirin. Heyeta PAKê ji alîyê Serokê ŞİVİDERê Azîz Ozalp û rêveberên ŞİVİDERê ve hatin pêşewazîkirin. Mustafa Ozçelîk ji bo vê pêşewazîyê spasîya ŞIVİDERê  kir û got ‘’Em wekî  PAK dixwazin ji bo gelê me yê Şirnexê kampanyayeke alîkarîyê destpê bikin. Lê ya baştir ew e ku, hûn wekî ŞIVİDER û komeleyên din yên sivîl pêşkêşîya vê kapmpanyayê bikin. Em amade ne bi her awayî li gorî wê bernameya ku hûn tesbît bikin beşdarî vê alîkarîyê bibin”. Serokê ŞİVİDERê Azîz Ozalp jî spasîya xwe pêşkêşî heyeta PAKê kir û got  ‘Wekî dezgeheke mehelî û sivîl derîyê me ji hemû partî û dezgehan re vekirî ye. Em spasîya we dikin ku we bi hestyarî pêşnîyarîya kampanyaya alîkarîyê ji me re anîye. Em li gor îmkanên xwe  alîkarîya gelê xwe dikin. Lê ji bo kampanyayeke berfirehtir bi rêveberîya xwe  û bi Komeleyên di re binirxînin û emê we jî agahdar bikin’’. Li gorî  agahdarîyên ku rêveberên ŞIVİDERê dan, ji  nêzî %60ê bajarê Şirnexê xera bûye. Dewleta Tirk ji wan  malbatên ku di konan de diman ku nêzî 1000 malbatan  bûn, gotiye van deran vala bikin û  herin alîyê bajarên rojavayê Tirkîyê. Nuha gelek malbat li bajarên cuda cuda belav bûne; mexdûrîyeteke mezin heye. Mustafa Ozçelîk di vê seredanê de bahsa şerê heyî û zerarên ku gîhandîye gelê me kir û got’’Dewleta Tirk dixwest  li Kurdistanê cîhên  ku Kurdewarî  lê  xurt in  careke din wêran bike û PKKê jî bi şerê xendek û barîkatan rê ji vê plana Dewleta Tirk re xweş kir’’Mustafa Ozçelîk daxwaz kir ku di demeke kurt de ji bo vê kampanyaya alîkarîyê gav bêne avêtin. Seredana  Heyeta PAKê ya li ŞIVİDERê  bi pêşewazîyeke germ û di atmosfereke dostane de derbas bû. 27.10.2016Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Back to top button