Nêçîrvan Barzanî: Dema Sedam jî bi hêz bû êrîşî ser Kurdustanê kir, lê pişt re li hember têkşikandina şoreşa Îlonê axa Îraqê da Îranê. Ev meselek cewherî ye divê zihniyet û bîrkirina Bexdayê bê guhertin. Herêma Kurdistanê naxwaze digel Îraqê şer bike ji ber ku şer di berjewendiya tu aliyekî de nîne. Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 26.10.2016ê li bajarê Hewlêrê, di panela ji aliyê Dîdara Merî de, gotarek pêşkeş kir û ev li jêr beşek ji wê gotarê.Bajarê Mûsil di warê siyasî, êkonomî û cografî de ji bo Herêma Kurdistanê gelek giring e û rizgarkirina wî bajarî ji bo paşeroja Îraqê û Herêma Kurdistanê mifayek mezin heye. Hevahengiyeke gelek baş di navbera pêşmerge, arteşa Îraqê û hevpeymanan de heye û ev yek jî encamê serdana şandeya hikûmeta herêma Kurdistanê û serdana serokê Herêma Kurdistanê bo Bexayê û civînên bi serokwezîr û berpirsên balayên Îraqê re ye, lê pirsa azadkirina Mûsilê bi tenê ne piroseseke leşkerî ye, lê ew zêdetir pirsek siyasî ye û divê gelek bi cidî gotûbêj li ser wê yekê bê kirina ka dê piştî azadkirina Mûsilê çi biqewime.Divê berpirsên Îraqê bizanin ku DAÎŞ ji encamê siyaseta wan ya şaş li navxweya Îraqê çê bû û divê siyaseta xwe ya li hember pêkhateyên Îraqê di berçavan re derbas bikin û bi dîtineke realîst li paşeroja pêkhateyên gelên Îraqê binêrin, gelê Îraqê ji pêkhateyên serke: kurd, şîye û sune pêk tê.Xelkê Kurdistanê li Îraqê 11 sale li benda bicîkirina destûra Îraqê ye û ew destûr hêşta nehatiye bi cî kirin û xelkê Kurdistanê nikare 11 salên din jî li benda bicîkirina destûr bimîne, her pêkhateyk ji çerenivîsa xwe ditirese; Sune ji paşeroja xwe ditirsin, Şîye ji rabirdya xwe ditirsin û kurd jî ji rabirdu, nuha û paşeroja xwe ditirsin û tevî vê jî hêşta Bexda giringiyê bi qonaxa piştî azadkirina Mûsilê nade. Divê her ji niha dest bi diyalogê li ser qonaxa piştî azadkirina Mûsilê bê kirin, ji ber ku Mûsil Îraqeke biçûk e û hemû netewe, ol û mezhem tê de hene û divê bi awayekî baş bê îdarekirin daku grpûn weke Qaîde û DAÎŞê careke din dirust nebin.Piştî sala 2003ê kurd, Herêma Kurdistanê, bi xwesteke xwe ji bo avakirina îraqeke demokratîk û federal çû Bexdayê û ji bona vê yekê kurdan û bi taybetî serok Talebanî û serok Barzanî bi her awayî ji bona parastina amniyeta Bexdayê xebitîn.Lê piştî 12 salan gelê Kurdistanê ji xwe dipirse: Gelo ew gehiştine ku derê? Bexda dixwaze hemû karan û tiştan li merkezê Bexdayê îdare bike û Herêma Kurdistanê bi cudaxwaz û têkdanan Îraqê gunehbar dike.Serdana şandeya hikûmeta Herêma Kurdistanê û serokê Herêma Kurdistanê bû Bexdayê bi zelalî digel Hevpeymaniya Niştimaniya Şîeyan û serokwezîrê Îraqê li ser paşaroja kurdan li Îraqê bi zelalî gotûbêj kir û tekîd li ser wê yekê kir ku bi hev re bicivin û bi zelalî li ser pirsan danûstandinan bikin. Jiber ku dema serokwezîrê berê yê Îraqê (Nurî Malikî) hest bi wê yekê kir bihêze, bi tang û xebilxanek mezin hate ser Xaneqîn û sala 2014ê budcea Herêma Kurdistanê qut kir. Ev zengila metirsiyê ye bo ser Herêma Kurdistanê û hikûmeta Herêma Kurdistanê neçar bû hizra paşeroja xwe bike. Dema Sedam jî bi hêz bû êrîşî ser Kurdustanê kir, lê pişt re li hember têkşikandina şoreşa Îlonê axa Îraqê da Îranê. Ev meselek cewherî ye divê zihniyet û bîrkirina Bexdayê bê guhertin. Herêma Kurdistanê naxwaze digel Îraqê şer bike ji ber ku şer di berjewendiya tu aliyekî de nîne.Bihêzkirina pêşmerge ne ji bo şerê dewletên cîran yan hin aliyên din e, lê Herêma Kurdistanê ispat kiriye ku ew faktera aramiyê ye li deverê û ji bo ser kes û aliyan gef nîne û dixwaze baştirîn têkelî digel welatên cîran hebe.Pêkhateyên Mûsil, bi taybetî mesîhî û êzidî ji paşeroja xwe ditirsin û heqê wane bitirsin jiber ku ya ku li ser destê DAÎŞ bi serê wan hatî tiştek gelek mezin û terajîdî bû, divê ji bo parastina paşeroja hemû pêkhateyan formoleke nû bê peyada kirin.
Pêş
04/06/2026
Mesrûr Barzanî: Em dixwazin pêwendiyên xwe bi Iraqê re baştir bikin
04/06/2026
“Çekê Pêşmergeyan dîrok, fedakarî û rûmet e”
Têkildar
Balkêş e ?
Close


