Divê herêma Kurdistanê ji her pêşketinekê re amade be.

Serokê  Kurdistanê aşkera kir, ku rêxistina tund a DAIŞê bi armanca veşartina binketina xwe li sînorê Mûsilê ve êrîş anî ser Kerkûkê. Serokê  Kurdistanê Mesûd Barzanî li gel serokê hevpeymaniya niştimanî ya şîeyan Emar Hekîm, li çiyayê Zertikê civînekî çapemeniyê pêkanîn. Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di civînê de ragehand: ‘’Hêzên Pêşmerge nakevin nav bajarê Mûsilê, lê operasyonên Pêşmerge û hêzên Iraqê ziyanekî mezin daye DAIŞê û tiştê ku li Kerkûkê jî pêkanîn, tenê ji bo veşartina binketina xwe ya di şerê Mûsilê de bû.’’ Herwaha got, hêzên Kurdistanê bilez rewşa Kerkûkê kontrol kirin û ew hêza DAIŞê têkbirin û diyar kir: ‘’Hêza me ya pewîst di nav Kerkûkê de heye, ku rewşê kontrol bike. Raste berî êrîş pêkbê, beşek ji hêza Kerkûkê me kêşabû, lê ew berî bûyerê bû.’’ Serokê Herêma Kurdistanê amaje bi vê jî kir, pêwîste herêma Kurdistanê hîn hişyartir danûstandinê li gel rewşê bike û ji bo her pêşketinekê amade be, ji ber: ‘’Terorîst hemû xalên lewaz peyda dikin ku hêza xwe nîşanî me bidin.’’ 

Nerîna min :