Polîtîk

Tirsa ku Musil cardin bikeve di destê DAÎŞê de heye

Nûnerekî Parêzgeha Mûsilê di Parlemantoya Iraqê de hişyariyê dide li ser rewşa xerab a navçeyên Mûsilê û dibêje eger hêza leşkerî bilez neghê Mûsilê dê parêzgeh wek sala 2014an bikeve destê DAIŞê de.

Parlemanterê Mûsilê Ehmed Medlûl nameyek ji serokwezîrê Iraqê re şandiye û tê de amaje bi wê yekê kiriye ku rewşa Mûsilê pir xerab e û DAIŞ berdewam tawanan li dijî xelkê navçeyê dike û xelkê direvînin lewma jî xelk neçar dibin ku ji gundên xwe bar bikin, ji ber ku di van çend rojên dawî de tevgera DAIŞê pir zêde bûye.

Medlûl dibêje, DAIŞê sala 2014 Mûsil dagîr kir û hejmareke mezin ji xelkê sivîl bûn qurbanî destê wan, lewma niha jî eger bilez hêza leşkerî neçe navçeyên Behac û Telebte û Hezer û çend navçeyên din ên rojavayê Mûsilê, dê tişta ku sala 2014 çêbû, dîsa dûbare bibe.

Ji aliyê xwe ve, Cîgirê Serokê Komîteya Asayiş û Bergîriyê ya Encûmena Parêzgeha Mûsilê Haşim Birîfkanî ji malpera KDP.info re ragihand: “Metirsî li ser Mûsilê heye û şaneyên veşartî yên DAIŞê li nava Mûsilê pir in û tevgera wan zêde bûye. Rojane çekdarên DAIŞê li nava Mûsilê tên girtin, lewma jî pêwîst e hêzên ewlehiyê zêdetir agahdar bin û zêdetir ewlehiyê biparêzin.”

Haşim Birîfkanî wiha got: “Baştirîn çareserî ji bo rêgirîkirina li DAIŞê ew e ku Heşda Şeibî ji sînorê Sûriye û Iraqê vekşe û hêzek ji artêşa Iraqê biçe ser sînor û sînor asêtir bibe, da ku çekdarên DAIŞê bi kêfa xwe sînor derbas nekin. Metirsiya DAIŞê pir mezin e û pir cidî ye.”

Back to top button