Civak

Tirkiyeyê devera Nizdûrê a ser bi Zaxoyê ve topbaran kir

Îro şefeqê leşkerê Tirkiyeyê sê saetan berdewam devera Nizdûrê a ser bi bajarokê Batîfa ya ser bi Zaxoyê ve topbaran kir.

Çavkaniyekê ji hêzên zêrevanên sînoran ji KTV re behsa topbarana leşkerê Tirkiyeyê kir û got: ”Îro saet 5ê şefeqê heta saet 8ê sibê leşkerê Tirkiyeyê gundê Nizdûrê û derdûra wê li devera Batîfa a ser bi Zaxoyê ve topbaran kir. Ji sedemê vê topbara leşkerê tirkî tu zuyanên canî nebûn û ziyanê madî jî heta nuha nehatîne zanîn.”

Weke tê zanîn eve çend careka hêzên tirkî vê dever topbaran dikin ku ev yek jî bûye sedema wê yekê ku şêniyên gundên vê deverê ji tirsa topbaranê cîyên xwe bicih bihêlin û ziyaneke mezin gihaye zîraeta wan.

Back to top button