Cîhan

Ehmedînejad sê wezîrên xwe ji kar derxistin

Serokomarê Îranê Mehmûd Ehmedînejad sê wezîrên hikûmeta xwe,;wezîrê petrol, wezîrê karên civakî û wezçrê pîşesazî û jêderên xwezayî ji kar dûr xistin.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya nûçeyan a Îranê ÎRNAyê, Ehmedînejad îro di sê nameyên cuda de bo her yek ji Mesûd Mîr Kazimî wezîrê petrolê, Sadiq Mehsulî wezîrê karên civakî û Elî Ekber Mêhrabiyan wezîrê pîşesazî û jêderên xwezayî, jikardûrxistina wan ragihand.

Li gorî nûçeyê, serokomarê Îranê di nameyên xwe  de spasiya wan her sê wezîran dike, lê  belê li dor sedemên jikardûrxistina wan wezîran de tu zaniyarî nade.

Weke tê zanîn, Ehmedînejad  serokomarê Îranê beriya niha jî wezîrê îttilaatê (îstixbarat), ji kar dûr xistibû, lê ev yek ji aliyê lîderê olî ayetullah Xameneyî ve nehatibû qebûlkirin. Serokomarê Îranê jî, ji vê yekê tengav bûbû û 2 hefteyan beşdarî civînên civata wezîran nebû.

Tê çaverêkirin ku ev biryara Ehmedînejad serokkomarê Îranê nakokiyên bavbera wî û rêberê şoreşa îslamiya Îranê Xameneyî kûrtir bike û rewşa Îranê ber bi aqrekê xerab ve biçe. 

 

Back to top button