Fransa bala Sûryeyê kişand
Li gora PNA wezîrê derve yê Fransa, di hevdîtinekî de bo rojnameya Elheyat gotiye: Bi karanîna tankan li hember serhildanên azadîxwaziya milet ne cihê pesendkirinêye, eger di derbarê aramiyê de jî bê, weha lê kiriye ku zorê û kuştinê bikar bînê bo wê yekêye, da hinekî din sîstema ku wan damezrandî biparêze..
Di berdewamiya gotinên xwe de, wezîrê derveyê Firansa got: Em bi hêvîne ku li Sûriye aramî pêkwerê, lê belê aramiya rasteqênî bi rêya çewsandin û zoriya li hember xwepêşanderna nabê, ya rast bi rêya çareserî û guhartinan pêktê, bo vê yekê ew welatê ku hemwelatiyên xwe bombebaran bike, we welatî rewabûna xwe ji dest dide.
Wekî din Cobiye, hişiyarî da hukûmeta Sûriye ku eger helwest û reftarên xwe ne guharê dê bête sezakirin.Weha jî aşkira kir ku, wena bi hevkarên û hevpeyîmanên xwe re, weke hukûmeta Firansa li Biruksel bi arasteya sezakirina Sûriye kar kirine.
Wezîrê derveyê Firansa Alan Cobiye rexne li helwestên Emerîka girt û di vê derbarê de got ku li hember binpêkirina mafan a hukûmeta Sûriye, Emerîka di encmûmenê esayîşê de li gorî wan niha hîna dema wê neyahtiye ku biryarên sezayan bi ser Sûriye de bi sepînin, herweha rexne li Emerîka girt û got ku di vê derbarê de ti çalakiyên Emerîka nînin.