Cîhan
NY: Îran bi rêyên qeçax çekî dide Sûryeyê

Neteweyên Yekgirtî (NY) di raporeke xwe da dinivîse ku hikûmeta Îranê, ji bona jinavbirina serhildan û xwenîşandanên gelê Sûryeyê, heta nuha gelek caran çek û cebilxane bi qeçaxî gihandiye Sûryeyê.
Di rapora xwe ya dawiyê y ali ser rewaş Sûryeyê, Neteweyên Yekgirtî behsa rola komara Îslamiya Îranê di jinavbirina xwenîşandanên gelê sûrî de dike û dinivîse ku, hikûmeta Îranê bi wan cezayên civaka navdewletî li ser Sûryeyê danane pabend nîne û ji bona jinavbirina xwenîşandanên xelkê Sûryeyê, Îran bi rêyên qeçax çek û cebilxaneyê digihîne Sûryeyê.
Rapora NY diyar dike ku het nuha Îranê 6 karwanên çek û cebilxaneyê bi rêyên qeçax bo Sûriyeyê hinartine û NY agadar nekiriey.