Cîhan

Heyeteke hevbeş ji Swîsre û Fînlnadayê li Hewlêrê ye

Bi armanca jinêzîkve haydarbûn bi rewşa siyasî û pêşkeftinên herêma Kurdistanê, duhî şemiyê 14.05.2011ê heyeteke hevbeş ji Swîsre û Fînlnadayê bi serokatiya Pêka Martin û Tomas Ortel serdana fermangeha têkeliyên derve kir û di dîdarekê de digel Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve yê hikûmerta herêma Kurdistanê têkeliyên Swîsre û Finlandayê digel herêma Kurdistanê û çend pirs û mijarên girêdayî bi têkeliyên Hewlêr û Bexdayê û herêma Kurdistanê bi welatên biyanî re gotûbêj kirin.

Felah Mistefa ji şandeya mêvan re behsa herêma Kurdistanê û ew qonaxên tê de derbaû bûyî kir û got ku têkeliyên herêma Kurdistanê digel Bexdayê normal in û tekîd li ser helwestê hikûmeta herêma kurdistanê yê di warê çareserkririna pirsên hilawîstiyên navbera Hewlêr û Bexdayê kir û got ku serokatiya siyasya herêma Kurdistanê dixaze wan pirsan, pirsa madeya 140, pirsa pêşmerge, budce û qanûna neft û gazê, bi rêya diyalogê û li gor destûra bingehîn a Îraqê çareser bike.

Berpirsê têkjeliyên derve herwesa behsa siyaseta hikûmeta herêma Kurdistanê li dor berfirekirina bazineyê têkeliyên xwe yên di warê abûrî, bazirganî û siaysî bi cîhana derve re kir.

Mistefa di berdewamiya axaftina xwe de got: ”Rijêma jinavçûyî ya Îraqê bi siyaseta xwe ya diktatorî herêma Kurdistanê û tevaya Îraqê kavil û wêran kir bû. Hikûmeta herêma Kurdistanê di van çend salan de, piştî parastina emnin û îstîqrarê, karî li gor stratejîyeke realîst bi rêya giringîdan bi têkeliyên bi cîhana derve re aqrekî minasib ji bo berhemînerên navxwe û biyanî xsweş bike û sektora abûriya herêma Kurdistanê bi awayekî ber bi çav geş bike.

Heyeta hevbeşa Swîsre û Fînlandayê got ku miqayse digel serdana wan ya sala 2007ê, herêma Kurdistanê di hemû waran de gelek pêşkeftiye.

Back to top button