Polîtîk

Guhartinên Rohilata Navîn

Kurdîş Perspêktîv bi alîkarîa ( ABF) a Swêdê,Rêkxstina Gencên Ekadêmîyên Kurd u Rêkxstina Jinên kurd li Uppsalayê,konferanseka dû rojî li bajara stokholma Swêdê di rojên şemî 21 u yekşemî 22-î Ayarê,di navbera se’at 9:00 ta 16:00an  de di hola “ABF ” Husê dê li dar dixe.

Konferans di dû beşên cuda de tê birêvebirin.Di beşa yekê de ku dê bi zimanê Kurdî be,serê sibê roja şemîyê dest pê dike u ta nîvroya roja Yekişemî dom dike. Di wî beşî de 7 kesayetî yên ekadêmî u şehrezaya siyaseta Kurdî ji bo pêşkêş kirina gotaran hatine vexwendin.Ji van 5 kes di pêrspêktîva siyasî u cvakî de, buyerên vî dawîyên Bakûra Efrîka, Rohilata Navîn u karîgerîya van li ser pirsgirka netewa Kurd bi giştî dinirxînin u di gotinên xwe de dê  li ser beşêk Kurdistanê bisekinin. 2 kesên din jî di pêrspêktîva aborî u fêmînîstî de dê pêvajoya buyeran şîrove bikin.

Beşa duwema konferansê nîveroya Yekişemê dê des pêbike u dê bi zimanê Farsî be u 4 se’atan bikşîne.Di wî beşî de 3 kesayetîyên ekadêmî u şehrezayên siyasî behsa buyerên Rohilata Navîn u karîgerîya van li ser tevgera azadîxwazî u neteweyî li Iranê bikin.

Di her dû beşên konferansê de,li gor derfetên têknîkî, kesên ekadêmî,rojnamevan u têkoşerên siyasî ji welat u ji dereweyî welat re dê di konferansê de beşdar bibin.

Xişteya dem u gengeşeyan be wî şêwazî be:

9:00 ta 9:20 vekirina konferansê

9:20 ta 10:00 Dr. ‘Ebdulbasit Seyda, dukturayê felsefe

Babet: guhartinên vî daway yê u pirsgirka Kurd l Sûrî yê

10:05 ta 10:45 Dr. Osman Aytar, civaknas u mamoste di warê civaknasî li zanîngeha
stokholmê

Babet : Sedsala Kurdan: awat, derfet, u berbest
( rewşa taybetî ya Bakûra Kurdistanê )

10:50 ta 11:30 Dr. Mu’tesem Tatayî, aborînas u mamoste ya zanîngehê

Babet: Rola aborîyê d buyerên vê dawîyê Rohilata Navîn u Kurdistanê de

11:30 ta 12:00 navber

12.30 ta 12:40 Dr. Burhan Yasîn, mamosteya zaninîgehê l zaninîngeha Lund li Swêdê

Babet: Rohilata Navîn u Başûrê Kurdistanê: 20 sal piştire

12.45 ta 13:25 Dr. Merîwan wurya qanî’, mamoste ya zanistên siyasî li zaninîngeha Amsterdamê

Babet: Kurd u Sedsala Bîst u Yekem: Pirsgirk u Metirsîyên Mezin

13:25 ta 13:40 navber

13:25 ta 14:10 pirsiyar bi nivîskî

14:10 ta 15:50 bersêvên pirsiyara ( ji bo her axatvanî 20 deqîqe )

Roja Yekşem 22 – 05 – 2011

9:00 ta 9:40 Dr. Soheila Ghaderi, lêkoler li ser konsêpta jinan

Babet : Rola jinan di tevgerên cîhana ‘Ereb de, dengvedan u rengvedana wî li nav xebatên jinên Kurd de

9:45 ta 10:45 Prefessor Abbas Vali, mamoste ya zanîngehê di varê siyaset u cvaknasîyê de

Babet: Serhildana Rohilata Navîn, qeyrana serdestîya siyasî ya mutleq u pirsgirka Kurd di komara îslamî ya Iranê de

10:25 ta 10:45 pirsiyar

10:45 ta 11:30 bersîva pirsiyara ( Soheila Ghaderi  20 deqîqe, Abbas Vali 15 deqîqe)

11:30 ta 11:40 gotara dawî ya beşa Kurdî ya konferansê

Piştî nîvro Yekeşemê 22 – 05 – 2011

12:10 ta 12:50 Dr. Mehrdad  Darwishpour, civaknas u mamoste ya zanîngehê

Babet: karîgerîya tevgerên Navçeyî li ser guhartinên siyasî d Iranê de
kûrbûna cidahîyan an jihevûdû nêzîkbûna neteweyî

12:55 ta 13:35 Muhendis Hassan Shariatmadari

Babet: Pêşeroja Rohilata Navîn, tevlihevî çêkirnê îslama siyasî an dêmokirasî

13:40 ta 14:20 Prefessor Abbas Vali

Babet: Derbaz bûn ber bi dêmokirasî, Tevgera Kesk u dîskorsa Nasnameya Neteweyên Ne Serdest di Iranê de

14:20 ta 14:35 navber

14:35 ta 14:50 pirsiyar

14:50 ta 15:50 bersîvên pirsiyara, (her axaftvan 20 deqîqe)

15:50 dawîya konferansê

Beşdarî di konferansê da ji hemiyan re vekiriye.Hûn bi xêr werin ser sera u ser çavan, di heman demî de  em salox di din we ku wê konferansa hanê mîna pirogramên  zanîngehê hatiye pilan kirin u tu derfeta paş xistin an pêş xistina babetan nîne u ew birêzên ku dixwazin di konferansê de beşdar bibin pêwîste ku di dema bername de amade bin.

Bi hêviya konferansek ku cihê razîbûna we be

Malpera Kurdîş Pêrspêktîv

07-05- 2011

Back to top button