Civak

12 çekdarên PKK-ê jiyana xwe ji dest dan

Li devera Şirnex û nêzikî tixûbê Kurdistana Başûr, eve demek bû operasyonên leşkerî berfirehî çêdibû. Roja 12-13-ê Gulanê leşker û çekdarên PKK-ê rastahevhatin û şer derket. Di encama vî şerî de 5 çekdarên PKK-ê jiyana xwe ji dest dan. Di berdewambûna şer de roja 13-14-ê Gulanê şerek din derket Li gora agahdariyan 7 çejdarên PKK-ê jiyana xwe ji dest dan.

Cenazeyên çekdarên PKK-ê li nexweşxaneya Şirnexin. Vê yekê li Şirnex, Cizîrê rewş gelek nexweş kiriye û xelk li ber derê nexweşxaneya Şirnex kom bûne. Cardin  dikan hatin girtin û bi awayekî li Şirnex û Cizîrê jiyan sekiniye.

Ji herêmê agahdariyên cuda têne. Li gora hinek çavkaniyan operasyona leşkeran berdewam e û ew derbasî Kurdistana Başûr jî bûne. Hêjî leşker ber bi herêmê ve diçin û rewşa herêmê cardin tevlîhev dibe.

Balkêş e ?
Close
Back to top button