Polîtîk

Tirkiye û Îranê li ser sinorê Kudistanê rewşek ne aramî peydakirine

PDKê di derbarê bombebarana Tirkiye û Îranê li herêma Kurdistana Başûr daxûyaniyek ji bo Raya Gişti belav kir.

Daxûyaniya PDK

“Bo raya giştî

Em gelekî nîgeran in li hember girjî û pêşhat û operasyona serbazî û topbaran û bombebaranên Tirkiye û Îranê li ser xaka Herêma Kurdistanê, ku bûye sedema tirsê li cem sivîlan û nearamiyê li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê çêkirine.

Ev mijar nenû ye û ji salên bûrî ve dubare dibe. Hemû caran û vê carê jî me axaftin bi aliyên pêwendîdar ên herdu welatan kiriye û me nîgeraniya xwe gihandiye wan.

Wan jî tekezî li ser wê kirine, ku ti cure dijayetiya wan li hember Herêma Kurdistanê tune ye û sedema bombebaranê jî, hebûna hêzên çekdar ên opozîsyona Kurdî li nava xaka Herêma Kurdistanê ne û karên serbazî li dijî Îran û Tirkiyê encam didin.

Niha PKKê li nava nêzîkî 500 gundên Herêma Kurdistanê ye û me çavê xwe jê girtiye, lê heger ev rewş berdewam be, bi sedema bombebaranan ziyanên mezin digihin Herêma Kurdistanê û cihên din ên Herêma Kurdistanê jî dikevin bin metirsiyê.

Pêwîst e tevahiya aliyan wê yekê fêm bikin ku xebat û hikumranî bi mozeyadat û siyaseta neberpirsiyane nabe. Ji ber wê, me berê jî gotiye û niha jî dibêjin, em ji bo çareserkirina pirsa Kurdî, ligel xebata siyasî û riyên aştiyane ne li perçeyên din û heger PKK û aliyên din ên çekdar nikaribin pêbendî biryar û hikumraniya Herêma Kurdistanê bin, bila şer û çalakiyên xwe veguhêzin meydana xwe ya rasteqîne û êdî nebin cihê gef û malwêraniyê ji welatiyên Herêma Kurdistanê re.

PDK

20.6.2020”

Back to top button