Hezkirina ji teslîmbûnê

Ev çend roj in ku medyayên Kurdistanê behsa hewla hinek bi nav parlemanterên Kurd dikin, ku projeya wan heye ji bo ku mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê bikeve destê Hikûmeta Iraqê. Bi rastî ev yek nezaniya wan kesan nîşan dide.

Bi gêjbûn û xweşaşkirina van kesan doza sedsalî ya miletekî nabe pirsa mûçeyê fermanberan. Tê bîra me hemûyan ku heya raperîna 1991ê jî mûçeyê fermanberên Kurdistanê ji Bexdayê dihat. Nêzîkî 400 hezar çekdarên Kurdî ser bi Bexdayê ve jî hebûn. Nanê gerim dihat ber deriyê xelkê û pirsgirêka mûçe û nan li Kurdistanê nebû. Lê dîsa jî gelê Kurd li pêşiya çavê hemû kesî jenosîd û karesat dihatin serê wî. Mirovê Kurd Enfal û Kîmyabaran li ser serê wî dihat kirin. Erd û zeviyên Kurdan ji wan dihat sitendin û bi erebkirin li navçeyên wan dihat kirin. Mûçeyên fermanberên Kurdistanê rast e ji Bexdayê dihat, lê di heman demê de, bi hezaran azadîxwazên Kurd di zindanên Iraqê de bûn. Mûçe ji Bexdayê dihat lê bi hezaran gundên Kurdistanê dihatin wêrankirin. Abûrî û çandiniya Kurdistanê dihat xerakirin. Baş e ew kesên ku dixwazin mûçeyên Kurdistanê bikeve destê Bexdayê, ji xwe napirsin, wê demê mûçe hebû lê çima gelê Kurd dihat qirkirin?.

Karesat e ku ew kesên sivik li Kurdistanê rê dibînin ku pilanan ji xwe re deynin Herêma Kurdistanê bêbask bikin û armanca wan ew be ku serweriya Kurdistanê binpê bikin. Kesek tune ye ji wan re bêje, pirsa gelê Kurd pirseke sed salî siyasî û dîrokî û cografî û destûrî û mirovî û pirsa hebûna gelekî ye. Di hindurê mirovê Kurd de xweteslîmkirin tune ye. Lê niha ku pirsa mûçeyê fermanberan derketiye, sedema vê pirsgirêkê ew e ku em ne xwedî serweriyeke temam in, ma çawa çêdibe ku nanê miletekî girêdayî be bi îmzaya kesekî nekurd û şofînî, ku dilê wî tije kerib be?.

Ew hewl metirsîdar in û divê aliyên siyasî ku baweriya wan bi statyoya Herêma Kurdistanê heye, demildest rêgiriyê bikin li xwegîvkirin û nezaniya wan kesan. Nabe bi hiceta hebûna nakokiyên siyasî yan zikreşiyên kevin û pirsgirêkên di navbera partiyên siyasî de ew kesên ku hatine xapandin, bi prensîpên sereke yên xelkê Kurdistanê bilîzin.

Nakokiyên siyasî bila di navbera partiyên siyasî de hebin û ev yek tiştekî normal e, ji xwe nakokî dibin sedema geşekirina siyasî û bilindbûna hişyariya civakê. Lê mafê tu kesî tune ye ku bi hiceta riq û kîneyê li PDK û Hikûmeta Kurdistanê şeref û serweriya Kurdan bixe destê kesên nekurd.

Zikrî Mûsa

Nerîna min :