Cîhan

Tirkiye sozên xwe li Idlibê cih neaniye

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê ji Rûdawê re ragihand ku ti kesê daxwaz ji Tirkiyê nekiriye hêz bişîne nav Sûriyê û got ku Tirkiyê sozên xwe bicî neanîne.

Maria Zaxarova, Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê, derbarê şer, pevçûn û aloziyên li parêzgeha Idlib a Sûriyê, ji Rûdawê re ragihand, “NATO nikare krîza Sûriyê çareser bike; Tirkiye jî rastî êrişê nehatiye heta ku daxwaza alîkariyê ji NATOyê bike.”

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê got jî, “NATO heyameke dirêj e miriye û eger karîba krîza Sûriyê çareser bike, dê heta niha çareser kiriba.”

Herwiha Maria Zaxarova amaje bi wê jî kir, “DAIŞ li rojhilatê Firatê bihêz bûye û êrişî ser bîrên petrolê yên li Dêrezorê dike.”

Derbarê rewşa Idlibê û helwesta Tirkiyê de jî Zaxarova got, Tirkiyê sozên xwe yên taybet bi Idlibê bicî neanîne û ev jî sedema zêdebûna aloziyan e li Idlibê.

Ev daxuyaniya Zaxarova di demekêde ye ku hêzên hikûmeta Sûriyê li parêzgeha Idlibê pêş ve diçin û heta niha hejmareke cihên stratejîk hatine kontrolkirin.

Li hember vê pêşveçûna hêzên hikûmeta Sûriyê, Tirkiye jî ku 12 xalên wê çavdêriyê hene û beşek ji wan ketine jê dorpêça artêşa Sûriyê, berdewam e li ser şandina hêz û çekên giran bo Idlibê.

Serokomarê Tirkiyê îro aşkere kir ku di heyama 2 hefteyan de li Idlibê di encama êrişên hikûmeta Sûriyê de 14 serbazên Tirkiyê hatine kuştin û 45 jî birîndar bûne.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê di du daxuyaniyên cuda re ragihandiye ku wan bersiveke tund dane û li gor daxuyaniya hatiye belavkirin di êrişa Tirkiyê ya yekem de 76 û di êrişa duyem de 101 serbazên Sûriyê hatine kuştin.

Lêbelê ev yek ji aliyê Şam û çavkaniyên din ên li herêmê ve nehatiye piştrastkirin.

Herwiha nûnerê Amerîkayê yê bo karûbarên Sûriyê James Jaffrey jî duh gihiştibû Enqerê û îro li gel berpirsên Tirkiyê civiya.

Jeffrey di daxuyaniya xwe ya bo rojnamevanan de piştevaniya welatê xwe ji Tirkiyê re ragihand li ser mijarê Idlibê û ji bo serbazên Tirkiyê yên hatine kuştin jî gotibû, “Şehîdên me hene. Heta ji me bê em dê bibin piştevanê Tirkiyê.”

Hevdem Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan Erdogan, di civîna firaksiyona partiya xwe, AK Partiyê de, gefek tund li Sûriyê xwaribû û gotibû, eger di vê navberê de biçûktirîn zirar bigihîje hêzên Tirkiyê, ew êdî pabendî rêkevtina Soçiyê namînin û dê li her derî êrîşî hêzên Sûriyê bikin.

Serokomarê Tirkiyê herwiha Rûsya û Sûriye bi kuştina welatiyên sivîl li Idlibê tometbar kiribû û gotibû, di mijara Sûriyê de sozên ku Rûsyayê dane wan yek jî pêk nehatiye û  tekez kir, Rûsya pabendê rêkevtinan jî nebûye, lewma Tirkiye bixwe çi pêwîst be dê bike.

Back to top button