PDK bi merc tevlî hukumeta nû ya Iraqê dibe

PDK bi merc tevlî hukumeta nû ya Iraqê dibe. PDK dibêje: Divê Mehemed Tewfîq Elawî, ewe ku divê destûr wek xwe û bi temamî cîbicî bike.

YNK jî daxwaza ji nû ve rêxistina Iraqê dike.

Mehmûd Mehemed, gotebêjê PDKyê bo Kurdistan24î tekez kir, ku pêwîste Mehemed Tewfîq Elawî soz bide ku destûrê wek xwe dê cîbicî bike nekû li gor keyfa xwe.

Di beranber de, Mela Bextîyar, endamê Civata Bilinda Sîyasî û Berjewendîyên YNKyê dibêje:  Îraq di duristvebûnê de ye û me pêwîstî bi rêkkevtineka nûye wek rêkkevtina sala 2003yê bo bo ava vekirina Îraqê di navebra me hamûyan de.

Yekalîkirina pişkên alîyan û dîyarkirina wezîran û duristkirina hevpeyamanîyeka nû bo pêkanîna hikumetê, ew asteng û berbestin ewên dikevin pêşîya Mehemed Tewfîq Elawî yê raspartî bo pêkanîna kabîne ya nû ya hikumetê, amajene bo wê yekê ku yekalîkirina evan pirsan bi van nêzîkan nabe û hêj rê dûre bo akincîya sîyasî li Îraqê.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: