Polîtîk

Tirkiye rêdigirê ku em ji Serêkaniyê derkevin

Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Kobanî ragihand ku Tirkiye rêgiriyê dike ji Serê Kaniyê derkevin û dibêje, eger Tirkiye pêbendê rêkeftinê nebe, wê demê guman dikin leyîstikek di navbera Amerîka û Tirkiyê de heye.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Ebdî di hevpeyvînekê de da zanîn ku li navçeyên Dêre Zorê dest bi êrîşên xwe yên bo ser DAIŞê kirine û hêzên wan niha ligel Hevpeymaniya Navdewletî bo rûbirûbûna DAIŞê di hevahengiyê de ne.

Mezlûm Kobanî di hevpeyvînê de amaje bi wê yekê daye ku mana hêzên Amerîkayê li Sûriyê rê li serdestiya Rûsyayê digire û hevdem HSD ligel wê yekê ye ku hebûna Amerîkayê li navçeyê hebe daku balansa hêzê çêbibe û hemû tişt nekeve destê Rûsyayê.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk  dibêje: “Em dixwazin rola Amerîkayê li Sûriyê hebe, neku tenê Rûsya her tiştî monopol bike.”

Mezlûm Kobanî radighîne, Tirkiye dibe rêgir ku ji Serê Kaniyê derkevin û herwiha dibêje, wê demê guman dikin leyîstikek di navbera Amerîka û Tirkiyê de heye.

Di 17ê Cotmeha 2019an de Cîgirê serokê Amerîkayê Make Pence li paytexta Tirkiyê bajarê Enqerê peymana ku bi hikumeta Tirkiyê re hatiye lihevkirin, ragihand. Li gor wê divê şer bi dema 120 saetan raweste û piştre agirbesteke daîm pêk bê. Li gor wê jî HSD tevî Rêveberiya Xweser bo parastina sivîlan peyman qebûl kir. Piştî 2 roj ji agirbestê derbas bûn ku hêj êrîş li dijî bajarê Serê Kaniyê berdewam in.

Piştî ragihandina agirbestê û derbasbûna 2 rojan di ser re 17 kesan canî xwe ji dest dane û 24 kes jî birîndar bûne.

Back to top button