Civak

Tirkiye Kurdistana Başûr topbaran dike

Li gora zanyariyên ku gihijtine  PNA doh di demjimêr 05.00 de heta demjimar 07.00-ê topbarana leşkerên Tirkiye bi maweya du demjimêra li ser xaka Kurdistana Başûr berdewambûye. Devera gundê Çemgê, Kara, Sîmê û Kokerî yên girêdayê navçeya Nêrwe û Rêkan bûye armanca vê topbaranê.
 
Hevwelatiyek bi navê Şêrwan Muhemed di vê derbarê de ji PNA re da xuyakirin, ku leşkerên Tirkan du demjimêr bi berdewamî herêmên tixûb li Kurdistana Başûr topbaran kiriye.
 
Evî hevwelatîyê herêma Kurdistanê weha jî got, Şêrwan got ku ew bi xwe bi çend hevalên xwe re di rê de bûn û ber bi rûbarê Ruyê Şîn a li geliyê Balindan ve diçûn û ew ji bo nêçîriya masîyan diçûn, belê leşkerên Tirkiye ew dever bombebaran dikira û ew neçar bûn şûn ve vegeriyan.

Jêderekî yên hêzên parastina sinor jî, ku nexwezt navê xwe bêje ev nûçe piçtrast kir. Herweha da xuyakirin ku, hefteyek berî niha 4 firokeyên şer yên Tirkiye bi ser asimanê devera Nêrwe û Rêkan de digerîyan û paşî hîngê jî Tirkiye dest bi topbarankirina deverê kir.

Back to top button