Kopterekî Tirk kete xwar : 5 efserên Tirk mirin

Duhênî şev li navçeya Enqere Polatliyê di wexta perwerdehiya firînê de kopterekî Tirk kete xwar û di encamê de 5 efserên Tirk mirin.

Li gor agahiyên ku hate bidestxistin kopterekî Dibistana Hewayî ya Tirk ji ber perwerdehiyê ,ji pîstê rabû. Lê piştî firîna perwerdehiyê venegeriya pîstê.

Li ser vê yekê kopterekî rizgarker ji ber tespîtkirina bûyerê ji Dibistana Perwerdehiya Hewayî rabû.

Piştî gerîna 5 seatan ti agahiyek nehatiye bidestxistin û ji ber vî jî cenderma û gundiyan jî tevlî xebata gerînê bûn.

Hate ragihandin ku dî wexta berbangê de enqazê kopterê ra hatiye gihandin. Kopter li ser rêya Eskîşehîrê û li herêma Tulumtaşê kete xwar û tê de 5 efserên Tirk jî jiyana xwe ji dest dabûn.

Nerîna min :