Cîhan

Kuwêt Erdogan xelat kir

Serokwezîrê Tirkiye Tayîb Erdogan serdana Kuweytê kir û Kuweytê xelata Misilmanê salê yê bilind da Erdogan. Ji bo dayîna vê xelatê rewresmek hata pêkanîn.

Erdogan di vê rewrismê de axaftinek kir. Erdogan di axvtina xwe de got: Dema Kuweyt ji aliyê Iraqê ve hate dagirkirin em gelek xemgîn bûn. Herweha dema zad bû jî em gelek keyfxweş bûn. Di berdewambûna axavtina xwe de Erdogan got: Navbera Tirkiye û welatê Surî, Urdin û Libnanê de vîze rabûne. Wek hun dizanin 35 welatên Ewropa jî di nav xwe de vîze rakirine.Em jî misilmanin, ma ji bo çi em jî vîzê di nav xwe de ranakin.

Erdogan li ser rewşa pêwendiyên Tirkiye û welatên din yên misilman jî dîtinên xwe gotin. Erdogan: Eve sed salin dîroka me û welatin din li ser veqatandinê û ji hevdûr xistinê hatiye nivîsandin. Ew dîrok çewt hatiye nivîsandin. Divê em bi hevre vê çewtiyê jo holê rakin û nêzik hev bibin. Herweha Erdogan di axavtina xwe de rexne li siyaseta Îsrail jî kir.

Back to top button