Civak

Kujerê Şadî û Şoxan hate girtin

Ji berî niha nûçeya kuştina Şadî û Şoxan di Rojevakurd de bi vî awayî hatibû dayîn:

Şadî û Şoxan du keşên civanên temenê wan 17-22 saliye. Herdu xwehê hevin. Ji mala xwe derketin û hatin kuştin

Li gora ku berpirsê polisên Çemçeman ragihandî, du keşên kuştî dîtine û heta niha tu zanebîn di derbarê kuştina wan de tuneye. Herdu keçên kuştî xwehê hevin.

Berpirsê polisa li Çemçeman Dara Abdullah dibêje ku; Roja yekşembê herdu keçên xweşkên hev ji mal derdikevin û venagerin. Dêûbabên wan serî li polîsan didin, roja din nêzikî gundekî yê Çemçeman termê herdu xwêhan tên dîtin.

Cihê fîşekan li ser termê van keçan diyarbûye û ew bi çekan hatine kuştin. Ji bo dîtina gunehbaran lêpirsîn têne kirin. Lê heta niha kesek nehatiye girtin.Ev keçên xwehên hev 17-22 salînê û navê wan Şadî û Şoxan e.

Niha di encama lêpirsînê de hate kifşkirin ku du gomanbar hene. Gomanbarek ji wan efsereke ku di asayîşê de kar dike. Li ser kuştina herdû keşên ciwan lêpirsîn berdewam e. Efserê asayîşê girtiye û lêpirsîn li gel wî berdewam e.

Back to top button