Daxuyaniya nivîskarên kurd
BO BALA RAYA GİŞTÎ YA TİRKİYE Û KURDİSTANÊ
Dİ ROJA ROJNAMEVANÊN DE, Lİ GEL ROJNAMEVANÊN KURD ÊN KU SED SAL CEZA Lİ WAN HATİNE BİRRÎN, Lİ TİRKİYEYÊ ÇAPEMENİYA REXNEGİR Û DİJBERÊ PERGALÊ HÊ JÎ Dİ BİN ÇEVS Û FÎŞARA DEWLETÊ DE YE, Û HÊ JÎ Bİ SEDAN ROJNAMEVAN Dİ GİRTÎGEHAN DE GİRTÎ NE.
KOMELEYA NİVÎSKARÊN KURD, Dİ HER REWŞÊ Û HER MERCÊ DE REFTARÊ AZADİYA DERBİRÎNÊ YE, ALÎGÎR Û PİŞTGÎRÊ XWEVEGOTİNA BÊSÎNOR E.
EYAN E; TİRKİYEYÊ Jİ HÊLA MAFÊ MİROVAN VE Lİ GORÎ SALÊN BİHURÎ NE Dİ ASTA KU CİVATA TİRKİYEYÊ DİXWEST Û DAXWAZ DİKİR DE YE.
Bİ BAWERİYA ME, Bİ QASÎ KURDAN Û BELKÎ ZÊDETİR, PÊDİVİYA KOM,KÊMAR Û BAWERİYÊN AYÎN-CUDA Bİ PÊNGAV Û RÊLİBERVEKİRİNA DEMOKRATÎKBÛNA TİRKİYEYÊ, Û MAKEKANÛNEKE DEMOKRATÎK HEYE.
Dİ VÊ PÊVGİRÊDANÊ DE; BAWERİYA ME EW E, KU ÇARESERKİRİNA PİRSA KURD; PÊNGAV, RÊVEKERÎ Û RÊLİBERVEKİRİNA HERÎ WATEDAR E Dİ PROSESA DEMORATİKBÛNA TİRKİYEYÊ DE.
Jİ VÊ BAWERİYA XWE, EM BANGÎ RAYEDAR Û RÊVEBÊREN DEWLETÊ DİKİN, KU Dİ KATA HERÎ NÊZÎK DE ROJNAMEVAN GİRTÎ Û GİRTİYÊN Jİ BER BAWERİYA SİYASÎ Û BÎRDOZÎ Dİ ZÎNDANAN DE NE, BERDİN!
10.01.2011
Komeleya Nivîskarên kurd
Desteya Rêver