Cîhan
Li Hîndistanê ji ber cemedê 100 kesan jiyana xwe ji dest dan

Hate diyarkirin ku lli herêmên Bakurê Hîndistanê ji ber sermahiyên zêde 100 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Ji 3 hefteyan vir ve xelkê Bakurê Hîndistanê di bin cemed û sermahiyê de zehmetiyên giran dikşînin. Ji ber sermahiya giran 100 kesan jiyana xwe ji dest dan ku pirê van bêwar û bêcihin.
Hatediyar kirin ku tenê li parêzgeha Utar Pradesê 81 kesan ji ber cemedê jiyana xwe ji dest dan. Li gor daxuyaniya Polêsên Parêzgehê tenê di şevekî de 13 kes ji ber cemedê jiyana xwe ji dest dan.
Hat daxuyakirin ku li paytaxta Hîndistan Delhî ya Nû jî 10 kes jiyana xwe ji dest dan û li parêzgeha Carklandê jî di heman sedemê de 6 kes jiyana xwe ji dest dan.