Civak

Zarok dikevin di bin demana qanûnê de

   
    
Duhî komîta bilind ya parastina mafê zarokan li herêma Kurdistanê di bin serokatiya Asos Necîb wezîra kar û barên civakî ya hikûmeta herêma Kurdistanê de civîya.

Di civînê de karên komîta amadekirina reşnivîsa qanûna parastina mafên zarokan li herêma Kurdistanê hatin gotûbêj kirin. Herwesa di civînê kurteyek di derbarê projeya vekirina hêleke telefonê ya taybet bo alîkarîkirina zarokan hate pêşkeş kirin.

Asos Necîb wezîra kar û barên civakî lid or qanûna mafê zarokan li herêma Kurdistanê got:
– Divê nêrîn û pêşniyarên hemû aliyan bê guhdarkirin, ji bo ku yasayeke şaristanî û pêşketî bo parastina mafên zarokan der biçe.

Civînê biryar da ku hemû amadekariyên pêwîst bên kirin da ku di rojên pêş de hêleke telefonê ya taybet bi zarokan bikeve karî, bi taybetî jî tê şaverê kirin ku di meha nîsanê de hêla telefonê ya taybet bo zarokan bi jimareya 116 bê danan, zarok di rêya vê jimareyê re dikarin peywendiyan bikin û kêşeyên xwe ji kesên pispor re behis bikin.

Back to top button