PolîtîkRojev

Tirkiyê hêzên xwe ji 8 xalên stratejîk li çiyayê Metîna vekişandin

Tirkiyê hêzên xwe ji 8 xalên stratejîk li navçeya Amêdiyê ya Duhokê vekişandin ku yek ji cihên herî stratejîk bû ku dema 3 mehan bû hêzên xwe têde bicîh kiribûn.

Çavkaniyeke serbazî ku operasyonên Tirkiyê agahdar e ji Rûdawê re ragihand ku di sê rojên borî de Tirkiyê hêzên xwe ji 3 xalên stratejîk yên li çiyayê Metîna ku dikevin serê Berê Sîlê li nêzî navenda navçeya Amêdiyê vekişandine û heya niha sedema vekişîna wan nediyar e. 

Li gorî şopandina Rûdawê di du mehên borî de Tirkiyê hêzên xwe ji 8 xalan vekişandine ku dikevin sinorê qezaya Amêdiyê de.

Peyamnêrê Rûdawê yê Duhokê Nasir Elî diyar kir ku, xala stratejîk a hêzên Tirkiyê jê vekişyaye, cihekî stratejîk e ku artêşa Brîtanya û Iraqê piştî şerê cîhanê yê yekem di demên cuda de li herêmê bikar anîne.

Hêzên Tirkiyê li navçeya Kanî Masî ya di navbera gundên Sarerû-Qumriyê ji du xalên stratejîj, li herêma Çiyayê Reşkê yê li Zapê ji Gundê Tirwanişê û lu herêma Berwarî ji du xalên stratejî û devera Sêgeriyê jî ji 2 xalên stratejîk vekişyane.

Çavkaniyên leşkerî ji Rûdawê re diyar kirin ku şert û mercên zivistanê yek ji sedemên sereke yên vekişîna Hêzên Tirkiyê ji hin herêman e. Hat diyarkirin ku ji ber ku li wan xalan leşkerî nikarine binesaziyê û ewlehiya leşkeran pêk bînin hatine valakirin.

Sedemeke din a vekişîna hêzên Tirkiyê li gor zanyariyên bi dest ketine, bi hemahengiya di navbera Iraq û Tirkiyê de bûye û dê li wan cihan Hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê bicih bibin.

Nasir Elî diyar kir ku di encama danûstandinên navbera wezaretên berevaniya Iraq û Tirkiyê de; hêzên pasewanên sînorê Iraqê û Hêzên Pêşmerge li 12 xalên navçeya Amêdiyê hatine bicihkirin.

Bi gotina Nasir Elî, di hevdîtinên navbera Wezareta Berevaniya Iraqê û Wezareta Pêşmerge de, biryar hat dayîn ku hêzên pasewanên sînor ên Iraqê li 70 xalên navçeyên sînorî yên di navbera Zaho û navçeya Hacî Omeran a Hewlêrê bên bicihkirin.

Nasir Elî eşkere kir ku, agahî hene Tirkiye plan dike ku dema ji nêzîkî 120 xalên leşkerî yên di nav sînorên Herêma Kurdistanê de çi xala ku bikare rêya bejayî bibe dê lê bicih bibe, lê eger nekare rê bie dê vala bike.

Back to top button