CivakRojev

Serok Nêçîrvan Barzanî beşdarî merasima vekirina Kupaya Kendavê dibe

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi amadebûna Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîe Sûdan, Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî û hejmarek ji berpirsên payebilind ên Iraqê û ligel şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo beşdarî merasima vekirina 25emîn Kûpaya Kendavê bibe hat Besrayê.

“Em hatin ji bo beşdarî merasîma vekirina Kûpa 25 a Kendavê bibin. Ev ji bo Iraqê bûyereke girîng e, ji sala 2003an vir ve cara yekem e. Bi baweriya min ev bûyera herî girîng e ku îro li Besrayê tê lidarxistin. Em wek şandeke Herêma Kurdistanê hatin Besrayê û pîrozbahiyê lê kirin û em bi vê serdanê kêfxweş bûn.”

Back to top button