CîhanRojev

Tirkiye hewldide axa Iraq û herêma Kurdistanê kontrol bike..

Serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malikî li gel kanala televizyona EL- Ahad hevpeyvînek kir û behsa rewşa Iraq û herêma Kurdistanê kir.

Malikî di derbarê niyeta Tirkiye li herêmê got ku, Tirkiye di sala 2003ê de dabû xûyakirin ku, ewê axa osmaniyan hemûyê paê ve bistîninmebesta wan jî Musil bû, ev tê wateya tevahiya Kurdistanê.

Malikî beşek hevpeyvîna xwe de dibêje: Çavsoriya Tirkiye li himber herêma Kurdistanê û Musil heye. Erdogan gotîbû ku, dê Tirkiye sala 2023ê de, di warê darayî,siyasi, serbazî û siyaseta derve de gelek bi hêztir bibe. Tirkiye hewldide axa Iraq û herêma Kurdistanê kontrol bike.

Malikî derbarê hebûna PKKê li ser axa Herêma Kurdistanê got, “PKKê ji bo şerê Tirkiyê baregehên xwe li nav axa Iraqê ava kiriye. Nabe PKK bibe sedem ku,  Tirkiye vê yekê ji xwe re bike hincet û me bike armanc.

Back to top button