Civak

Tirkiye du rojnamevanên din ji ber nûçeyên Corona binçav kir

Du rojnamevan doh nîvê şevê li bajarê Antakyayê ji aliyê polîsan ve hatin girtin û ew şandin Birêvebiriya Asayişa bajarê Antalyayê.

Li gor nûçeyên ku ji aliyê Îleri Haber ve hatine belavkirin, ku malpereke nûçeyî ya li bajarê Antalyayê ye, Idris Ozyol Birêvebirê Giştî yê Weşanê û Ebru Kuçukaydin Berpirsê Weşanê hatine binçavkirin.

Hatiye ragihandin ku ewan doh nûçeyek di derbarê Coronavirus (COVID-19) belav kirine û ji ber wê yekê jî ji aliyê Birêvebiriya Asayîşa Antalya ve hatine binçavkirin.

Hêjayî gotinêye ku berî heftiyekê rayedarên dewleta tirkiye ragihandibûn ku nabê nûçeyên li ser Coronavirus Covid-19 bêyî rayedarên fermî belav bikin.

Back to top button