Civak

Tirkiye li dijî Coronayê Hene bikartîne

Piştî ku medyaya civakî de hate belavkirin ku qaşo Coronavirus (Covid-19) nagihe destên hene kirî, bihayê hene li tirkiye çendîn car zêdebûye.

Her wiha hinek kesên din jî dibêjin hene bergiriya laşê mirovan bi hêz dike, hinek dibêjin Coronavirus (Covid-19) xwe li destên henekirî ve nagre, ev hemû gote got bûne sedema wê yekê ku hene li bazarên tirkiye û Bakûrê Kurdistanê giran bibe.

Orhun Ozfidanci ku firoşkarê baharat û dermanên giyayî ye, dide zanîn ku piştî belavbûna Coronavirus (Covid-19) daxwaz li ser zencebîl, reşreşik, çayên kesk, Ixlamûr û Heneyê zêde bûye û eve jî wiha kiriye ku bihaya wan li nava bazaran de zêdetir bibe.

Back to top button