Civak
Babê wê, ji Umreyê hat û li Stenbolê mir, gumana Corona heye
Şaban Elonu, Babê Esra Elonu ku li haber7 tv de kar dike, li Gaziosmanpaşayê Stenbolê ku berî demekê ji Umreyê hatibû jiyana xwe ji dest da.
Her çende rayedarên tirkiye bi awayeke fermî negotine ku ji Coronavirusê miriye, lê belê malbata wî dide zanîn ku ew berî bimre sermayê girtibû û taya wî hebû. Eve jî gumanên li ser Coronavirusê zêdetir dike.
Birêveberiya Tendirustiya Stenbolê jî hemû malbata wî binçav kirine û heta niha lêkolînên li ser mirina wî berdewame.