CivakRojev

Tirkiye dişewite….

Eve zêdeyê sê heftiya ye Tirkiye dişewitê, li Tirkiye devera Bahra spî û herêma Ege agir bi daristana ket û nikarin vemirînin, herweha li Kurdistana bakur jî deverîn wek Dersimê jî agir bi çiya ketiye û ji bo vemirandinê zegmetî derdikevin pêş.

Taybetî li devera Behra Spî ê herêma Ege yê, daristan şewitin, bi sedan ajal di nav daristanan de têkçûn, gund hatin vale kirin, xelkş ku ji bo geştiyariyê serdana deverê ku agir pê ketî hatin tehliye kirin, zêdeyî 10 insana di nava pêtên agir de jiyana xwe ji dest dan yanî bi hemû awayî trajediyek mezin tê jiyandin.

Li gelek deveran çûyin hatin hatiye qedexekirin, agir digihe hinek navçeyan û xelkek malên xwe diterikîne, niha jî li devera Eger bajarokê Milasê agir nêzikî Termik Senrtalê bûye û heta tê gotin ku sentral hatiye vale kirin, em hemû xeteriyek mezin li herêmê û li ser jiyana insana peyda dike. Eger agir bigihe nava sentrala Milasê dikare bibe sedema nexweşiya bi hezaran insanên li deverê dijî.

Hinek welat ji bo vemirandina agir arikarî pêşkêşî Tirkiye kirine , lê Tirkiye arikariya hemû aliyan qebûl nekiriye.

Li Tirkiye dasthilat û mixalefetê ev yek jî kirine babetek siyasî û li ser gotubêjê dikin.

Back to top button