Haluk Levent hûnermendek naskirî yê Tirkiyeye. Haluk Levend hûnermendê herî naskiri yê Rocka a Tirkiye. Ew bi xwe dibêje em Nusayrîne lê ne Erebin. Li bajara Edenê hatiye dinyayê û jiyana xwe ya hûnermendiyê de jî bi arîkariya xwe ji xelkê re tê naskirin.
Haluk Levend dezgehek a xwêrxaziyê bi navê AHBAB (Hevaltî, Dostanî) damezirandiye û serokatiya vê dezgehê xwêrxaziyê jî dike. Bi rêya dezgehê AHBAB gelek karên hêja yê civakî kiriye û her ji bo arikariya kesên hewce xebata wî berdewam e.
Eve demeke li Tirkiye agir bi deverên wek herêma Behra Sipî û Egeyê ketiye, daristan dişewitin ,gund vale dibin, insan û ajal Jiyana xwe ji dest didin. Ji bo vemirandina agir hukumet tê rexne kirin, tunebûna balefirên agirvemirandinê û kêmbûna helokoptera dibe sedemek ku mixalefet hukumeta bi tundî rexne dike.
Haluk Levend bi rêya dezgehê AHBAB 5 helokoptera ji Kazakistanê kirê kirine ji bo vemirandina agir li gel Wezereta Daristana dê bi koardine agir vemirînin.
Levent, ev yek di hesabê xwe yê Twitterê de da xûyakirin û dibêje ku ,eger her dezgehek yan kompaniyek bikaribe bi imkanên xwe tevli kampanyayekî bibe û balefira kirê bikin û li gel wezaretê arikariya vemirandina agir bikin dê gelek tişt bêne guhertin.
Gelo hûnermendên Kurd ji bo welatê xwe çi dikin? Çend Haluk Levendên Kurda hene? Bila ev bibe mînakek berbiçav…