Komiteya Pêwendiyên Derve ya Senatoya Amerikî, hilweşandina biryara bikaranina hêzên leşkerî li Iraqê da.
Sala 1991ê û biryara 2002ê ku rê dan Serokê Amerîka yê wê demê Ceoge W. Bush şer li dijî rêjîma berê yê Iraqê bike û Sedema Husên birûxîne. Komiteya Pêwendiyên Derve ya Senatoyê biryara hilweşandina şer li Iraqê bi 14 denga li himber 8 dengên dijber wergirt. Komite vê biryara xwe rêdike civîna giîtî ya Senatoyê û biryar yan tê red kirin û yan jî tê pejirandin.
Endamê Encûmena Pîran Senator Tim Kaine ku ser bi Demokratan ve ye ragihand, hêvîdar in di hefteya bê de Kongress deng li ser vê biryarê bide, ta ku bi fermî şer li Iraqê bi dawî were.
Cîgira Wezîrê Derve yê Amerîka Wendy Sherman jî got, divê biryar rêdana şerkirinê li Iraqê bê hilweşandin, ji ber ku niha Hikûmeta Iraqê, yek hu hevbeşê sereke yên Amerîkayê ye.
Ji aliyekî din ve, hin endamên Kongressa Amerîkî dibînin ku proseya dengdana li ser hilweşandina bidawîkirina şer li Iraqê, lawaziya Washington li hember Tehranê nîşan dide, di demekê de ku Amerîka bi fermî dixwaze artêşa xwe ji Efxanistan û Iraqê vekişîne.