Mafê Tirkiyê nîne were li nav Iraqê şer bike

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên diyar dike, “Tirkiyê hergav dibêje PKK li ba we ye û şerê me dike, yan hûn herin ser wan yan heke hûn nikarin em ê werin” û  tekez dike, “Baweriya me bi şer nîne. Ev prensîb e. Em naxwazin wî şerî bikin. Pêwîst e em çareseriyekê bibînin. Li gor yasayên navdewletî mafê Tirkiyê nîne were şer li nav Iraqê bike” û dibêje jî, “Destûra Iraqê rê nade wê yekê ku hêzeke wek PKKê li Iraqê be, baregehên wê hebin û êrişî ser Tirkiyê bike.”

Wezîrê Derve yê Iraqê  Fuad Husên derbarê vekişîna hêzên şerker ên Amerîkî ji Iraqê û helwesta hinek aliyan ku daxwaz dikin Amerîka bi temamî ji Iraqê vekişe, tekez dike ku Iraqê pêwîstî bi Amerîkayê heye û mesele ne  tenê pirsa serbazî ye “lewma em nikarin nirxandinê bo peywendiyên Amerîka û Iraqê li ser helwesta grûpekê bikin.”

Fuad Husên li ser hilbijartinan jî dibêje, “Bi baweriya min paşxistina hilbijartinê şaşiyekî mezin dibe, çimku pirsgirêk zêdetir dibe. Niha rewşa ewlehiya Iraqê xirab nîne, eger em berawird bikin bi hilbijartinên pêştir, wê demê rewş xirabtir bû, lê hilbijartin her dihatin kirin.”

Fuad Husên derbarê nakokiyên di navbera aliyên Kurdî de jî got, “Pirsgirêkên navxwe li Kurdistanê hene, ev mijarek e. Lê pêwîst e li Bexdayê yekhelwest bin. Ez daxwaza yekhelwestiyê dikim. Heke tu ne yekhelwest bî li Bexdayê lawaz dibî. Ev rastî ye. Lê heke hêzên Kurdistanî di Parlamentoya Iraqê de yekhelwest bin, ev dibe hêzeke mezin.”

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên di hevpeyvîneke taybet de li ser mijarên ciyawaz bersiva pirsên Rûdawê da.

Rûdaw: Li ser esasê ku hûn di civîna navbera Serokwezîrê Iraqê û Serokê Amerîkayê de beşdar bûn, naveroka civînê di medyayan de pir nehat behskirin, hûn dikarin behsa xalên herî giring ên wan civînan bikin ku li Koşa Spî hatin kirin?

Fuad Husên: Di rastî de giringtirîn xal têkiliya wan bi wê diyalogê hebû ku berî civînê hebû, ev xuya ye, ew tîma hatiye Waşingtonê, tîmeke mezin bû, nûnerên hemû wezaretên Iraqê têde bûn, tevî vê nûnerê Herêma Kurdistanê jî têde bû.

Ewê tîmê diyalog li gel tîma Amerîkî hebû, ew mijarên ku di diyalogê de behsa wan hatin kirin, têkiliya wan bi warên cor bi cor hebû, ji wan jî warê aborî ku mijarên bazirganî û bankî û darayî li xw digire, dema behsa mijara enerjiyê tê kirin, elektrîk, gaz û petrolê li xwe digire, herwiha mijarên tendirsutî, perwerde, kultur û komek mijarên din. Ew tev de hatin behskirin, em gihîştin hin jihevtêgihîştinan li gel aliyê Amerîkî.

Yek ji xalên giring, derbarê mijara ewlehî û serbazî de bû, hemû ewana bingeha civîna Koşka Spî bûn.

Ji bilî wana jî, mijarên rewşa siyasî, welatên derdora Iraqê, pêwendiyên navbera Amerîka û Iraqê di pêşerojê de, ew tevde mijarên danûstandinê bûn li Koşka Spî.

Di civînê de behsa Herêma Kurdistanê û pêwendiyên navbera Herêm û Bexdayê û mijara alîkariyên bo Hêza Pêşmerge hat kirin?

Erê, di civînên tîmên danûstandinê yên herdu aliyan de behsa wan mijaran hat kirin, me tîmek hebû derbarê ewlehî û leşkeriyê de, wan li Wezareta Berevaniyê gotûbêj kirin, nûnerê Pêşmerge jî beşdar bû, li wê derê behsa ew mijaran hat kirin.

Dema cenabê Mistefa Kazimî hat, ji bilî Koşka Spî em çûne Kongresê jî, di hemû civînekê de li Kongresê mijara pêwendiyên di navbera Herêm û Bexdayê de hat gotûbêkirin.

Di civîna li gel Serokê Amerîkayê de, gelo behsa pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê hat kirin?

Me du corên civînan li Koşka Spî hebûn, beşek jê civîna serok Biden bû li gel Serokwezîrê Iraqê bi tenê, beşek jî li gel tîma Iraqê bû. Di herdu civînan de ev mijar hat behskirin.

Di civîna herdu serok Biden û Mistefa Kazimî de, yak u medyayan bêtir bal kişandin ser, ew hevoka Serokê Amerîkayê bû ku got Îran hizir li rawestandina êrişan dike, pirs ev e, gelo ev peyamek bû ku we wek şanda Iraqê gihande Serokê Amerîkayê ku Îran dixwaze êrişên li nav Iraqê rawestîne, yan corek ji rêkeftineke nihênî ya Amerîkî û Îranî heye derbarê rewşa Iraqê de?

Bawer nakin ku rêkeftin hebe, lê belê ew daxuyaniya hevbeş ku di navbera Amerîka û Iraqê de derket, aliyê Îranî bi qasî ku min çavdêrî kiriye heta niha, ti helwêstek li dijî wê nebûye, nizanim ka siyaseta wan çî ye. Piştî ez vegeriyam, piştî yek du rojan dê biçim Tehranê.

Em çawan li gel aliyê Amerîkî di diyalogê de ne, li gel Îraniyan jî di diyalogê de ne, lê bi awayekî din.

Diyalog li gel Îraniyan li ser çî ye? Ya Amerîkiyan zelal e ku derbarê hêzên wan de ye..

Li gel Îranê hejmarek mijar hene, niha hikûmetekî nû dest bi kar kiriye, ka em bizanin ev hikûmet çawan difikire, lê pêwendiyên navbera Iraq û Îranê giring e, pêwîst e em bizanin hikûmeta nû çawan hizir dike, lê beşek ji diyalogê taybet e bi pêwendiya di navbera Tehran û Waşingtonê de. Çimku her dema ku pêwendiya di navbera Tehran û Waşingtonê de xirab be, beşek ji wê pirsgirêkê dibe pirsgirêka Iraqê, wate beşek ji wan bûyerên li Iraqê hene, pêwendiya wan bi dewletên din heye. Pirsgirêk di navbera dewletên din de ne, lê di nava Iraqê de çê dibin.

Jibo me ku berpirsê siyaseta derve ya Iraqê ne, pêwîst e ew diyalog berdewam bin li gel Amerîka û Îranê. Bi başbûna pêwendiyên navbera Amerîka û Îranê, rewşa me li hundirê Iraqê baştir dibe.

Wek şanda Iraqê, di serdana vê carê de we ti peyameke Tehranê bir bû bo Waşingtonê?

Eger peyamek jî bi me re hebûbe, em li ser televîzyonê behsa wê nakin, tevî wê jî ti peyam bi me re nebûn. Lê berî ku em bên Waşingtonê, me rayedarên Îranê dîtine, hatine Bexdayê, yan jî me li cihên din dîtine. Em dizanin Îran çawan hizir dike, li Waşingtonê jî gelek danûstandin hebûn, ne di çarçoveya diyaloga stratejî de, lê bi awayekî cuda di civînan de derbarê awayê serederîkirina li gel wan pêşniyarên Îranê ku beşek ji wan têkildarî Iraqê ne û beşek jî têkiliya wan bi Amerîkayê heye.

Wate Iraq niha jî heta qasekî wê rola navbeynkariyê dibîne di navbera Îran û Amerîkayê de, wek di hikûmetên pêştir de hebû?

Ez nizanim rola hikûmetên din çawan bûye, lê em li ser bingeha rewşa Iraqê siyaseta xwe xêz dikin, rewşa Iraqê wiha dixwaze. Ew pirsgirêkên di navbera Waşington û Tehranê de hene, nerm bibin, eger pêwendiya wan xirab bibe, bandora nerênî li ser rewşa ewlehî û rewşa siyasî ya Iraqê dibe.

Hejmareke zêde ji aliyên siyasî yên Iraqê ragihandine ku dê ji hilbijartina pêşwext a Iraqê vekişin û daxwaza paşxistina hilbijartinê dikin, peyama Amerîkiyan derbarê paşxistin û paşnexistina hilbijartina Iraqê ku biryar e di 10ê Cotmeha îsal de bê lidarxistin, çi ye?

Ez nikarim li ser navê Amerîkayê biaxivim, lê ew welatên ku di van dawiyan de min civîn bi nûnerên wan re hebûne, Amerîka jî di nav de, Yekîtiya Ewropa û hemû dewletan, piştgiriya lidarxistina hilbijartina bê ya Iraqê dikin, kesî ji wan daxwaz nekiriye û bi pêwîst nedîtine ku hilbijartin paşbikeve, berovajî hemû tiştek amade ye, komîsyon amade ye, aliyên siyasî amade ne, çavdêrên navdewletî tên, tevahiya partiyan razî ne û berbijêrên xwe pêşkêşî Komîsyona Hilbijartinan kirine û navê xwe tomar kirine. Hinek helwêstên siyasî li vir û wir hene, ev tiştekî din e, lê rastî ev e ku heta vê demê ti kesekî li komîsyonê daxwaza vekişînê nekiriye. Bi baweriya min zehmet e hilbijartin bê paşxistin.

Amerîka piştgirya lidarxistina hilbijartinê dike di 10ê Cotmehê de? Hûn bi xwe dizanin Amerîkayê nêrîna xwe heye li ser piraniya mijarên serekî yên li Iraqê.

Amerîkî vê mijarê weke mijareke navxweyî dibînin, lê eger em behsa nêrîna welatên rojavayî bi giştî bikin, piştgirya lidarxistina hilbijartinê dikin. Bi baweriya min paşxistina hilbijartinê şaşiyekî mezin e, çimku pirsgirêk zêdetir dibe. Nizanim jî sedem çi ye jibo paşxistinê, hez dikim fêm bikim. Ew partiyên behsa paşxistina hilbijartinê dikin, hinek caran behsa rewşa ewlehiyê dikin. Baş e çend caran hilbijartin li Iraqê hatiye kirin û rewşa ewlehiyê jî gelek ji niha xirabtir bûye. Eger hinek ji wan bi yasayê razî nîne, ew êdî bûye yasa û deng li ser hatiye dan, eger jî razî nînin beşdar bin di hilbijartinê de, bila navê berbijêrên xwe ji komîsyonê vekişînin, lê heta vê demê jî hemû di pratîkê de beşdar in û bengeşeya hilbijartinê jî destpê kir.

Beşeke zêde ji çavdêrên siyasî li Iraqê û kesên bê alî ku şiroveyên siyasî dikin, wiha difikirin ku eger hilbijartin di dema niha de bê sazkirin, dê milîsên ku Îran piştgiriya wan dike, serkeftî bin û dê desthilata wan zêdetir bibe, dibe ku serokwezîrê Iraqê yê bê jî her ji wan be.

Gelo piştî 6 mehên din ew hêzên siyasî û serbazî ku hene li ser axa Iraqê namînin? Pirs ev e tu çi dixwazî? Eger mesele hêzên siyasî be, ew hene û ew jî realîte ye. Kê dibe, ev sehmet e ku em bizanin, bi taybet ev yasa gelek cuda ye, yasayeke gelek xwecihî ye, zêdetir ew kes dê bibin ku li navçeyê têkiliya wan li gel xelkê navçeyê heye, wate bêtir kesatî têne pêş ne partî, ev cuda ji wan partiyan e ku rêxistineke wan a bihêz heye, dîsîplîna wan heye yan erdnigariya wan heye, ew partiyên erdnigariya wan heye, natirsin, ew partiyên ku rêxistina wan a bihêz heye tirsa wan tune ye, lê gelek ji partiyan listen hilbijartinê ne, hinek ji wan tirs ketiye dilê wan, lê bi giştî hilbijartin paşbikeve jî piştî 6 mehan rewşa siyasî ya Iraqê naguhere bi van 6 mehan. Eger mesele ewlehî be, bawer nakim ewlehî sedemeke serekî be jibo ku hilbijartin bê paşxistin, çimku niha rewşa ewlehiya Iraqê xirab nîne, eger em berawird bikin bi hilbijartinên pêştir, wê demê rewş xirabtir bû, lê hilbijartin her dihatin kirin.

Ew nêrîn û helwêsta cenabê te bo lidarxistina hilbijartinê di dema xwe de, tenê helwêsta hikûmeta Iraqê ye, yan nêrîn û helwêsta Partiya Demokrata Kurdistanê û Kurdan bi giştî ye li Bexdayê?

Ez wek Wezîrê Derve yê Iraqê diaxivim.

Lê tu nûneratiya Kurdan jî dikî li Bexdayê.

Erê, lê min ji aliyên Kurdî nebihîstiye ku daxwaza paşxistina hilbijartinê bikin, eger daxwaz jî bikin, pêwîste sedema wê bêjin. Aya naxwazin hilbijartin bê kirin? Eger naxwazin ev tiştekî din e. Eger jî dixwazin hilbijartin bê kirin, eger niha jî paş bixin, piştî 6 mehan her divê hilbijartinê bikin, bi van şeş mehan tiştek ji rewşa siyasî û ewlehiyê naguhere.

Yek ji wan mijaran ku dibe guhertin tê de bê kirin û peywendî bi hilbijartinê nîne, mijara hebûna hêzên Amerîkayê ye; diyartirîn derencama serdana we bo Washingtonê ragihandina vekişîna hêzên şerker ên Amerîkayê bû. Gelek pirs hene derbarê sirûşta cîbicîkirina wê biryarê de û ev biryar çi wateyê digihîne? Gelo ev destpêka vekişîna bi temamî ya Amerîkayê ye wek sala 2011an an ev mijareke din e?

Nexêr, du an sê tişt di vê biryarê de hene; yekem, pênaseyek tê de ye, dibêje, hêza şerker. Daxuyanî behsa hêzên şerker ên Amerîkayê dike. Duyem, dibêje, heta dawiya salê, wate hem dawî hatiye destnîşankirin, hem grûp hatiye destnîşankirin. Çawaniya cîbicîkirin û bernameya vekişîna wan hêzan peywendî bi aliyên emnî û serbazî yên Iraqê li gel wan lijneyên me hene û li gel aliyên emnî û serbazî yên Amerîkî heye.

Birgeyeke din di daxuyaniyê de heye, ew behsa mijara meşqkirin, şêwermendî û pevguherîna zanyariyan dike, wate du alî tê de hene, ji wan, aliyê şerker derdikeve û aliyê din jî, hêzek dimîne ku peywendî bi wan tiştan heye ku min got (meşqkirin, şêwirmendî û pevguherîna zanyariyan)

Hinek aliyên Iraqî, ji wan jî grûpa Hizbullaha Iraqê dibêje, di wê daxuyaniyê de xapandinek heye û Amerîka wek xwe li Iraqê dimîne…

Piraniya aliyên Iraqê bi rêya daxuyaniyan piştgiriya xwe bo daxuyaniya hevbeş a Amerîka û Iraqê nîşan dan, piştgiriya naveroka daxuyaniyê kirin, ji wan jî herî zêde hêzên Şîe piştgirî kirin.

Bêguman ev serkeftinek bû bo şanda danûstandinê, piraniya wan piştgiriya xwe ragihandin, lê komelek grûp hene, helwesta wan zelal e, helwesta wan zelal bûye di pirsa hebûna hêza Amerîkî de û bi awayekî eşkere daxwaza nemana Amerîkayê dikin, ev jî ne helwesteke rast e, ji ber ku Iraqê pêwîstî bi Amerîkayê heye, tenê pirsa serbazî nîne, lewma em nikarin nirxandinê bo peywendiyên Amerîka û Iraqê li ser helwesta grûpekê bikin.

Rêza min bo helwesta wan di warê siyasî de heye, her grûp û hizbek azad e di derbirîna raya xwe de, lê nikare raya xwe bi ser piraniya gelê Iraqê de bisepîne.

Piraniya hizbên siyasî yên Iraqê bi Şîe, Kurd û Sunneyan, hemûyan piştgiriya xwe bo daxuyaniya hevbeş ragihand, wate piraniya parlamentyê… ew nabêjin piraniya parlamentoyê, ê ev piranî ye, piranî jî piştgiriyê li vê mijarê dike.

Hûn sala 2011an agahdarê biryara Amerîka ya derbarê vekişîna hêzên xwe de bû ji Iraqê, vê carê hûn hest bi wê dikin ku Amerîkî di heman rewşa psîkolojiya serdema Obama de bin, bixwazin di zûtirîn dem de ji Iraqê vekişin û ti roleke wan nemîne? An ev ciyawaz e û ew naxwazin ew a li Efxanistanê dikin li Iraqê dûbare bikin?

Di danûstandinên nefermî de, meseleya Efxanistanê derket pêş. Yan me behs kir yan wan. Efxanistan ji Iraqê cuda ye. Rewş jî cuda ye. Vekişîna hêzên Amerîka ji Efxanistanê, hinek mijarên wan ên navxweyî hene. Diyar e ji zû ve ev nêrîna Serok Biden hebû ku pêwîst e ji Efxanistanê derkevin. Çimkî dema çûne wir Rêxistina Qaîde li wir bû. Serokê Qaîde jî hate kuştin. Ango niha karê wan li Efxanistanê nemaye. Di gotûbêjên nesereke de, min ji wê mijarê fêm kir ku babeta Iraqê cuda ye. Ew artêşa mezin ku li Efxanistanê hebû li Iraqê nîne. Li Iraqê hejmareke pir kêm e, herî kêm e. Rola wan li Iraqê cuda ye. Sîstema dewletê jî ji ya Efxanistanê cuda ye. Lewma pêwendiya Iraq û Amerîka, ji pêwendiya navbera Amerîka û Efxanistanê pir cuda ye. Ji bilî ku cihê cografî yê Iraqê ji cihê cografî yê Efxanistanê cuda ye. Rola vê jî heye. Qasî min ji Amerîkiyan fêm kir, ne ew e ku pêwendiya wan bi Iraqê re namîne. Pêwendiyan em xistin çarçoveyeke din. Çarçoveyek ku pêwendî bimînin, lê bêhtir tekeziyê li ser warê aborî, tendirustî û petrolê bikin. Mijarên têkildarî avakirina civaka Iraqê, avakirina aboriya Iraqê û avakirina sîstema siyasî li Iraqê. DAIŞa ku yek li ser sêyê axa Iraqê dagir kiribû, niha DAIŞ ne mîna berê ye. Hêza ku hatibû jî li ser daxwaza serokwezîrê Iraqê yê wê çaxê û wezîrê derve yê Iraqê hatibû. Niha ew pêwendî guheriye. Li şûna beşdariya di şer de, bû pêwendiyek ji bo rahênan, perwerde û dayîna şêwirê û pevguherîna agahiyan.

Ti amajeyeke nû ji bo cîbicîbûna Peymana Şingalê di navbera Herêma Kurdistan û hikûmeta Iraqê de heye? Çimkî rewşŞingalê her wek berê ye.

Tevî ku di warê cografî de Şingal girêdayî Parêzgeha Neynewa ye, lê di aliyê ewlekarî de têkildarî dewletên cînar e jî. Ji bilî ku têkildarî Bexda û Herêma Kurdistanê ye. Lê di esas de têkildarî şêniyên Şingalê ye. Peymana Şingalê tiştekî girîng bû. Nehate cîbicîkirina çimkî ev pirsgirêk hene. Pirsgirêkên navxwe û pirsgirêkên derdorê jî hene. Lê niha piştî behskirineke dûrdirêj bi gelek kesan re ku têkildarî wê peymanê ne, ez di wê baweriyê de me ku em bikarin cîbicî bikin. Hikûmeta federal jî bi hevkarî bi hikûmeta herêmê re dixwaze rêkeftinê cîbicî bike. Bi nêrîna min, di dema bê de bi hev re pêngavên girîng davêjin daku peymanê cîbicî bikin, çimkî çareseriya pirsgirêka Şingalê, ne tenê çareseriya pirsgirêka Şingalê ye. Pêwîst e kesên derbider bûne vegerin ser mal û halên xwe. Ji bo ku vegerin pêwîst e rewşa Şingalê aram be. Heke aram nebe nikarin vegerin. Ji bo vê jî ji çend aliyan hewlek heye ji bo ku rewşa Şingalê aram bikin û ew peyman were cîbicîkirin.

Gelo ev hewla nû ku tu behs dikî, encama gotûbêjên we li Washingtonê bû?

Beşek ji gotûbêjan li ser Şingalê bû, ev rast e. Bi çend kesan re. Şingal mijareke hestyar e, li her cihekî tê behskirin. Fransî hergav behsa Şingalê dikin. Li Kongresê behsa Şingalê dikin. Berpirsên cuda cuda behsa Şingalê dikin. Lewma pêwîst e rewşa Şingalê were çareserkirin. Çimkî bi rastî şêniyên Şingalê gelek jan kişandin û piraniya wan derbider in û pêwîst e vegerin cihên xwe.

Hefteya borî wezîrê bergiriya Tirkiyê ragihand ku ew bi hikûmeta Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê re di gotûbêjê de ne, derbarê pêkanîna operasyoneke leşkerî li Şingal û Mexmûrê li dijî çekdarên PKKê. Gelo Iraq rê dide operasyoneke wiha?

Haya min ji vê nûçeyê nîne û min nexwendiye jî. Wezîrê bergiriyê jî bi me re bû behsa vê yekê nekir.

Ti gotûbêjek di vî warî de nehatiye kirin?

Ez nizanim nûçe rast e yan na, lê wezîrê bergiriyê li Washingtonê bi me re bû û behsa vê yekê jî nekir.

Her carekê ku pirs ji nûneratiya Tirkiyê li Neteweyên Yekgirtî derbarê çalakiyên wan ên leşkerî li ser sînoran li dijî PKKê hatibe kirin, ji Rûdawê re ragihandine ku ew bi hevahengî bi hikûmeta Iraqê re vê yekê dikin. Ango ev gotin ne nû ye.

Ez nizanim ji aliyê Iraqî hevahengî bi kî re heye, lê em bi serokwezîr û wezîrê bergiriyê re bi hev re behsa van mijaran dikin. Min ne ji wan nebihîstiye ku planek ji bo çalakiyeke wiha hebe.

Helwesta fermî ya hikûmeta Iraqê derbarê operasyoneke bi vî awayî çi dibe? Ya ku Tirkiyê behs dike.

Pêwendiyeke bihêz a Iraq û Tirkiyê heye. Pêwendiyeke bazirganî ya mezin jî heye. Pêwendiya bazirganî navbera Iraq û Tirkiyê 17 milyar dolar derbas kiriye, ku ev tiştekî herî mezin e. Ava sereke ya Iraqê, Dicle û Firat ji Tirkiyê tê. Pêwendiyeke dîrokî jî heye, lê pirsgirêk jî heye. Pirsgirêkeke me heye ku hêza PKK li çiyayên Kurdistana Iraqê ye. Wekî din jî destûra me ya Iraqê heye ku eşkere ji me hemûyan re dibêje, nabe ti hêzek ji axa Iraqê êrişî ser dewletên cînar bike. Meseleya PKKê jî ne îro ye û kevin e. Tirkiyê hergav dibêje PKK li ba we ye û şerê me dike, yan hûn herin ser wan yan heke hûn nikarin em ê werin. Vêga baweriya me bi şer nîne. Hem hikûmeta Iraqê, hem Destûra Iraqê rê nade ku hikûmeta Iraqê şer bike. Ev 50 sal e Iraq qurbaniya şer e. Yan şerê wê bi xwe re yan bi welatên cînar re hebû. Em ne dixwazin di nav me de şer hebe, ne jî dixwazin bi welatên cînar re şer bikin. Ev prensîb e. Em naxwazin wî şerî bikin. Pêwîst e em çareseriyekê bibînin. Li gor yasayên navdewletî mafê Tirkiyê nîne were şer li nav Iraqê bike. Rêyeke tenê li pêşber Iraqê heye û rêyeke din nîne. Ew jî em bi danûstandin û diyalogê pirsgirêkan bi Tirkiyê re çareser bikin. Têkiliya Bexda û Enqerê pir baş e û herdem di diyalogê de ne. Pêwîst e em vê diyalogê geş bikin û pêş bixin. Wiha ne ziyan digihe Iraqê. Pêwîst e hesab ji bo Tirkiyê were kirin li ser axa Iraqê nabe êriş li ser bê kirin. Çimkî Destûra Iraqê rê nade vê yekê. Ango Destûra Iraqê rê nade wê yekê ku hêzeke wek PKKê li Iraqê be, baregehên wê hebin û êrişî ser Tirkiyê bike. Hikûmeta Iraqê jî vê qebûl bike, ev nayê kirin…ev pirsgirêkeke realîst e.

Lê di heman demê de Destûra Iraqê û karnameya Neteweyên Yekgirtî jî rê nadin ku welatekî cînar bêhtirî 70 baregehên wî yîn leşkerî di nav kûrahiya axa Herêma Kurdistan û Iraqê de hebin…  

Ez bawer nakim 70 baregehên wê hebin. Lê bi her awayî ez bi te re me. Yasaya navdewletî rê nade dewletek biçe nav axa welatekî din. Ev rast e. Pêwîst e PKK rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê jî fêm bike. Kurdistana Iraqê kiyanek e û hikûmet û parlamentoya wê hene. Di Destûra Iraqê de hatiye naskirin. Çênabe rewşa Kurdistanê têk biçe. Herwiha rewşa Iraqê jî têk here. Çimkî PKK dibêje mafê min heye li wir bim, bi kîjan mafî li wir dibe? Pirs ev e…hevdem pirsgirêkan ji hêzên Pêşmerge re jî çêdike, ev çawa tê qebûlkirin? Ango ne Herêma Kurdistanê qebûl dike, ne hikûmeta Iraqê bi fermî qebûl dike. Ez nizanim hinek alî li vir û wir bi PKKê re hevkar in, lê bi giştî Iraq jî vê qebûl nake. Herêma Kurdistanê jî qebûl nake. Ango PKK ji Iraq û Herêma Kurdistanê re jî bûye pirsgirêkek. Ev realîte ye.

Niha ji du aliyan tirs û dilgiraniyeke mezin derbarê Kurdan û statûya Herêma Kurdistanê heye. Ya yekem ew metirsiya ku li hember mîlîsan heye ku tevahiya Iraqê kontrol bikin. Tew baweriya hinekan ji wan bi Herêma Kurdistanê jî nîne. Metirsiyeke din ew guherîna demografî ye ku li Kerkûk û navçeyên din ên Madeya 140ê diqewime. Wek kesekî ku ezmûneke te ya zêde hem li nav Kurdistanê û hem jî li Iraqê heye, tu siberoja Herêma Kurdistanê çawa dibînî? Planeke serkirdatiya Kurd ji bo rûbirûbûna wan gefan heye?                

Gef heye û derfet jî heye, em çawa rûbirûyî wê gefê bibin, tu çawa derfetê jî bikar tînî yan hilberînê tê de dikî. Pêwîst e em bêhtir li derfetê bifikirin, çimkî tu çiqas derfeta karkirin û pêwendiyê çêbikî, ewqasî gef kêmtir dibe. Pirs ev e: Gelo Herêma Kurdistanê beşek ji Iraqê ye yan na? Li gor destûrê beşek ji Iraqê ye. Pirsa duyem: Kurdistan ber bi kû here baş e? Zelal e, bila ez eşkere bipeyivim, piştî giştpirsiyê dewletên cînar çi kirin?..Kurdistana Iraqê her pêngavekê bavêje, ne tenê têkildarî Bexdayê ye. Kurdistan li paytextên derdorê tê çavdêrîkirin. Hinek ji wan hesabên wan ên taybet hene. Baştirîn alternatîv ji bo Kurdistana Iraqê ew e li Bexdayê bihêz be..çima? Yekem; destûrek heye li mafên şêniyên Kurdistana Iraqê mikur hatiye, federalîzm nas kiriye, ku sîstema Iraqê sîstemeke federalî ye. Duyem; mafê te yê destûrî heye, dikarî li Bexdayê bî, tu çiqasî wî mafê destûrî bikar bînî ewqasî ji te re çêtir e. Tu çiqasî bikar bînî ewqasî bihêztir dibî li Iraqê, tu çiqasî bihêztir bibî û dostên te li Bexdayê hebin, ewqasî ew gefên ku tu behs dikî kêmtir dibin.

Çawa bihêztir dibin li Bexdayê, di demekê de PDK û YNK her yek bi awayekî dipeyive?                

Ev mijareke navxweyî ye, yek ji tiştên ku pir girîng e kar li ser were kirin, ew e ku hêzên siyasî yên Kurdistanê li Bexdayê hevpeyman bin. Pirsgirêkên navxwe li Kurdistanê hene, ev mijarek e. Lê pêwîst e li Bexdayê yekhelwest bin. Ez daxwaza yekhelwestiyê dikim. Heke tu ne yekhelwest bî li Bexdayê lawaz dibî. Ev rastî ye. Lê heke hêzên Kurdistanî di Parlamentoya Iraqê de yekhelwest bin, ev dibe hêzeke mezin. Hêzên Kurdistana Iraqê dikarin bi hêzên siyasî yên din ên Iraqê re hevpeymaniyê çêbikin. Dikarin bi hev re roleke girîng bilîzin hem ji bo Iraqê û hem ji bo Kurdistana Iraqê. Ev rêya rast e. Ez niha dibînim li Kurdistanê ne dûr e pêwendiya YNK û PDK di dema bê de ber bi baştir here û pêwendiyeke tendirust di navbera herdu aliyan de hebe. Paşê em ber bi hilbijartinê diçin. Pêwîst e ew hêz bi hev re kar bikin û piştî hilbijartinê di Parlamentoya Iraqê de bikarin yekhelwest bin.

Pêwendiyên PDK û YNK wek serdema Peymana Stratejî ya navbera wan lê tê?                   

Peymana Stratejî qonaxeke din bû. Her qonaxek peymaneke taybet dixwaze. Hem Iraq di qonaxeke din de ye. Hem Herêma Kurdistanê di qonaxeke din de ye. Pêwîst e rêkeftineke din hebe û zelal be ku Herêma Kurdistanê çi ji Bexdayê dixwaze bi taybetî. Armancan destnîşan bikin. Ewên ku hevpeyman in ligel hêzên siyasî yên Kurdistanê diyarkirî be. Bi nêrîna min, kar li Bexdayê hêsantir dibe.

Ji bo wêneya mezin, bila em bînin ber çavê xwe Kurd li Bexdayê yekgirtî bin. Hêzên nû ku niha desthilata wan dike zêde bibe, hinek ji wan li dijî Herêma Kurdistanê pir tundrew in. Li gor te, dê kar bi wan hêzan re were kirin?         

Li gor min, bi wan hêzên ku li dijî siyaseta hikûmeta Iraqê ne bi giştî, hinek ji wan li dijî Herêma Kurdistanê ne, pêwîst e em wek hikûmeta Iraqê deriyekî vekin. Min daxwaz kiriye û eşkere jî daxwazê dikim em deriyên diyalogê bi wan re vekin. Çênabe ew vê rewşê bi vî rengî fêm bikin. Pêwîst e em deriyên diyalogê vekin. Dibe ku em di hemû xalan de negihijin hev. Lê ne dûr e di hinek xalan de têgihiştin hebe. Pêwîst e li ser van mijaran bi dewletên cînar re jî gotûbêj hebin. Çimkî hinek ji wan di aliyê bîr û baweriyê de girêdayî dewleteke cînar yan dewletên cînar in. Lewma hem bi wan re û hem bi dewletên cînar re pêwîst e diyaloga me hebe. Çênabe Iraq di rewşa alozbûna navxwe de be. Çênabe em nikarin bi hev re biaxivin. Çênabe her tişt bi çekan were çareserkirin. Ez vê mîna çareserî nabînim. Lê ez realîteya siyasî dibînim. Lewma ez dibêjim pêwîst e hem bi wan re û hem bi dewletên cînar re bi awayekî eşkere diyalog hebe da ku beşek ji pirsgirêkan were çareserkirin.  

Jêder:Rûdaw                                    

Nerîna min :