Tirkiye dîsa li DMME’yê mehkûm bû
Tirkiye di dozên Rumên Qibrisê de ji aliyê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ve bi 15 mîlyon Ewroyê re hate mehkûm kirin.
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê di dîroka 22 Îlon û 27ê Cotmehê de 19 serlêdanên jî li gor xala 1. ya protokala mafê xwedîtiyê wek binpêkirina Peymana Mafên Mirovan a Ewropa biryar dabû. Ji wan 11 serlêdanên jî wek binpêkirina xala 8. ya rêzgirtina malbatî û jiyana taybetiyê nirxandîbû û biryarê cezayê dabû.
Dadgeha Strasburgê bi tevahî 15 mîlyo ewro û ji bo her kesê ku serê li dadgehê dabûn jî, di navbera 30 hezar û 15 mîlyon ewro de biryara tazminatê da.
Dadgeha Strasbourgê ji xeynî cezayên tazmînatê ji ber mesrefên dadgehê jî ji Tirkiye re 160 hezar ewro cezayê peran bir.
Serlêdanên tazmînatê di sala 1990ê de hatîbûn kirin.Rumên xwedî serlêdan ji ber êrîşên artêşa Tirk di sala 1974an de xanî , erd û mulkên xwe yê din winda kirîbûn.